​​​​​​​Li Dêrazor û Tebqayê banga rizgarkirina fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin

Îro bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, bi sedan şêniyên Tebqa û gundewarên wê, her wiha şêniyên rojavayê Dêrazorê daketin qadan.

15 sibat, 2022   14:12
TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li pêşiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya kom bûn û ber bi Navenda Çand û Hunerê ve meşiyan. Beşdaran pankartên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Li pêşiya Navenda Çand û Hunerê mîtîngek li dar ket û li wir hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Zîlan Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em salvegera 23`yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku hemû dewletên kapîtalîst, di serî de Tirkiyê pêk anî, şermezar dikin. Ev komplo ne tenê Rêbertî kir hedef, lê belê hemû gel û civakên azadîxwaz û demokratîxwaz kirin hedef.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku dewletên komploger bi wê planê xwest vîna gelê azadîxwaz têk bibin, lê dê nekarin vîna gel bişikînin, berovajî vê yekê israra wan a li ser berdewamkirina fikirên rêber Ocalan zêdetir bûye.

Di dawiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Me soz daye rêberê mirovahiyê ku em ê fikir û felsefeya wî pêk bînin, di heman demê de me soz daye şehîdan ku em ê şopdarên wan bin. Em bang li her kesî dikin ku tev li hemleya komkirina îmzeyên a ji bo rizgarkirina Rêbertî û derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê bibin. Em bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê, rêxistinên navneteweyî û hiquqî dikin ku zextê li rejîma Tirk bikin da ku rêber Abdullah Ocalan serbest berdin."

DÊRAZOR

Meclisa Herêma Rojava û Komîteya Jinan a bajarê Dêrazorê bi dirûşma "Komploya li dijî rêber Ocalan, komploya li dijî mirovahî û azadiyê ye" bi armanca şermezarkirina komployê daket qadan.

Xwepêşandan ji çerxerêya bajaroka El-Kesra dest pê kir, xwepêşandêran bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji sûc û tecrîda li dijî Rêbertî berpirsyar bibîne û rêber Ocalan serbest berde.

Xwepêşandan li Meclisa Herêma Rojava rawestî, piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Dêrazorê Ebdullah Ehmed daxuyaniyek ji raya giştî re xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Li ser navê Meclisa Ciwanên Dêrazorê û Ciwanên Şoreşger em komploya ku dewleta Tirk li dijî rêberê azadiyê dest pê kiriye, bi tundî şermezar dikin.

Em wek ciwanên Dêrazorê, ji îro ve soz didin Rêbertî û şehîdên xwe ku em ê ji bo azadî û rûmeta xwe tê bikoşin û li ser navê hevalên xwe em bang li rêxistinên mirovî dikin ku zextê li dewleta Tirk a faşîst bikin û rêber Abdullah Ocalan azad bikin.

Xwepêşandêran dirûşmên daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û şermezarkirina Komploya Navneteweyî berz kirin.

(eh-dx)

ANHA