Li Selahedîn a Iraqê 7 çete hatin girtin

Şaneya ragihandina ewlehiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgeha Selahedîn 7 çeteyên DAIŞ‘ê hatin girtin.

Li Selahedîn a Iraqê 7 çete hatin girtin
15 sibat, 2022   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya şaneya ragihandina ewlehiyê ya Iraqê de hate gotin hêzên ewlehiyê li parêzgeha Selahedîn şaneyek ku ji 7 terorîstan pê dihat girtin. Her wiha hate gotin ku şane ji koma "Qati Dicle" ye.

Di daxuyaniya şaneyê de hate destnîşankirin ku bargha terorîstan a li navçeya Şerqatê hate rûxandin. Her wiha hate ragihandin li gorî mikurhatinên endamên şaneyê wan madeyên xwarin û teqemenî ji terorîstên li çiyayê Mexmûr û navçeya Şerqatê re dişandin.

Li gorî daxuyaniyê şane sewqî aliyên têkildar hate kirin da ku werin cezakirin.