Di êrişa li ser Til Rifetê de 5 welatî birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker  çeteyên wê ya li ser navçeya Til Rifetê de 5 welatî, di nav de jin û zarok hene, birîndar bûn.

Di êrişa li ser Til Rifetê de 5 welatî birîndar bûn- HATE NÛKIRIN
15 sibat, 2022   14:09
ŞEHBA

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê de 5 welatî birîndar bûn, di nav de jin û zarok hene.

Ji birîndar, Sîpan Mistefa Bekir (9) ye ku di serê xwe de birîndar bûye û Îbrahîm Mihemed Ebdo (8) di lingê xwe de birîndar bû.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Til Rifetê.

ANHA