Seyid Ebdullfetahî: Kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye

Serokê Navenda Qahîre ya Lêkolînên Kurdî diyar kir ku hêzên navneteweyî û dîktator baş dizanin ku bi serbestberdana Abdullah Ocalan pirsgirêkên herêmî û cîhanê dikarin werin çareserkirin û got: "Sîstemên herêmî cîhanê naxwazin pirsgirêk çareser bibin da ku gelan di bin kontrola xwe de bihêlin."

Seyid Ebdullfetahî: Kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye
15 sibat, 2022   00:40
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

15‘ê Sibatê salvegera 23‘yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e ku sala 1999‘an de bi beşdarbûna saziyên îstixbarata navneteweyî û MÎT‘ê de pêk hat û bi girtina rêber Ocalan li balafirgeha paytexta Kenya, Nairobi bi encam bû. Ji wê salê ve rêber Ocalan di girtîgeha gireva Îmraliyê de di tecrîdeke girankirî de ye.

Gelê Kurd 15‘ê Sibatê bi "Roja Reş" ragihand ku li her sal di vê rojê de li seranserî Kurdistanê û cîhanê çalakiyên protesoyî tên lidarxistin.

Di salvegera komploya 15‘ê Sibatê de Serokê Navenda Qahîre ya Lêkolînên Kurdî Seyid Ebdullfetah ji ANHA‘yê re axivî.

Seyid Ebdullfetah di destpêka axaftina xwe de behsa bûyer û geşedanên piştî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Di encama komoloyeke navneteweyî ya qirêj de ku saziya îstîxbaratên navneteweyî tê de beşdar bû, rêber Abdullah Ocalan hate revandin, ji ber ku rêber Ocalan dozeke adil a gelekê diparêze ku gelek zilm li ser hate kirin û banga mafên rewa yên gelê Kurd dike. Desthilata serdest a li Tirkiyê û hêzên navneteweyî û herêmî yên din jî şexsê rêber Abdullah Ocalan wekî xeter li ser planên xwe yên taybet li herêmê dîtin, ji lew re bi revandina wî xwestin jê xilas bibin."

Seyid Ebdullfetah diyar kir ku komplo ne tenê li dijî rêber Abdullah Ocalan bû, lê di heman demê de li dijî herêmê û gelên wê bû û got, ji armancên vê komployê parçekirina herêmê ye  an ku hiştina herêmê di bin serweriya hêzên mêtînger de ye.

Ebdullfetah anî ziman ku hêzên navneteweyî bi revandina rêber Ocalan xeyal dikirin ku ew ê têkoşîn, fikir û projeya rêber Ocalan têk bibin û wiha pê de çûn: "Lê di salên revandina wî de îsbat bû ku ramanê rêber Ocalan dikarîbû sûrên girtîgeha Îmraliyê derbas bike û li herêmê belav bibe, ji ber ku fikirên rêber Ocalan ji vê xakê derket ku hêvî û mafên gelên li ser vê herêmê dijîn, nîşan didin."

Seyid Ebdullfetah da zanîn ku komplo ji bo avakirina zemînekê ji bo parçkirina herêmê, vekirina rê li ber destwerdanên derve hate pêkanîn û îsbata vê yekê destwerdanên navneteweyî û herêmî di kar û barên herêmê de ye.

Serokê Navenda Qahîre ya Lêkolînên Kurdî diyar kir ku dewletên komploger û yên bi bandor li Rojhilata Navîn bi girtina rêber Ocalan alozî gûrtir kirin û wiha domand: "Beriya niha me gotibû ku ramanê rêber Abdullah Ocalan di radeya yekemîn de mirovî ye û ne li dijî gelên herêmê û cîhanê ye, yan jî ne li dijî mafên van gelan e. Lê belê banga mafên rewa yên gelan dike da ku jiyaneke mirovî bijîn. Her wiha rêber Ocalan bang dike ku bila hêzên mezin û dîktator, di serî de Tirkiyê di rêvebirina gelan de destwerdanê neke."

Ebdullfetah destnîşan kir ku paşguhkirina rol û projeya rêber Abdullah Ocalan li herêmê ji aliyê wan hêzan ve hişt ku aloziya li herêmê gûrtir bibe û got, dewletên mezin û yên dîktator bi heman rêbaz, fikir û planên mêtîngeriyê nêzî gelan û mafên wan bibin.

Seyid Ebdullfetah da zanîn ku fikir rêber Ocalan spartgeh û çareserî ji gelek pirsgirêkên gelan re ye û got: "Fikir û modela ku rêber Abdullah ji bo çareseriyê pêşkêş dike ji vê xakê ne û fikir û hêviyan gelan îfade dikin. Ev proje ji aliyê rewşenbîran û tevahî gelên herêmê ve tê qebûlkirin û baweriya xwe pê tînin. Ji ber ku ev fikir ji bo berjewendiyên van gelan derketine û gelan di vê projeyê de spargeh û çareserî ji gelek pirsgirêkên xwe re dibîne."

Ebdullfetah da zanîn ku cûdahiya projeya rêber Abdullah Ocalan ku li ser têkoşîna xwe zêde kiriye ew e ku yekser çareserî ji herêmê re dibîne û got, ev proje li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ket ku gelên herêmê bi netewe û olên xwe yên cûda bi hev re li gorî teoriya ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye dijîn.

Têkildarî girîngiya azadiya rêber Abdullah Ocalan ku bandorê li pirsgirêkên li herêmê û krîzên cîhanî bike, Serokê Navenda Qahîre ya Lêkolînên Kurdî wiha got: "Hêzên navneteweyî û dîktator baş dizanin ku azadiya rêber Abdullah Ocana û fikirên ku pêşkêş dike dikarin pirsgirêkên gelên herêmê û tevahî cîhanê çareser bikin. Lê ev hêz çareseriyê naxwazin û naxwazin ku gelên herêmê mafên xwe yên rewa bi dest bixin, lê dixwazin ku her tim gel di nava pirsgirêkan de be da ku serweriya xwe li ser cîhan û herêmê misoger bikin."

Seyif Ebdullfetah girîngiya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir û wiha axivî: "Ji bo serbestberdana rêber Ocalan, dibînim ku tişta pêwîste ku divê ji niha û şûnde were kirin ew e ku ji aliyê têkoşerên rasteqîn ve çalakiyên çandî, siyasî, partiyetî û parlamantoyî  werin kirin, her wiha divê rejîmên serdest ên dewletên herêmê hîn zêdetir azad û tevgerê bide van çalakiyan. Divê kampanyayên ragihandin û fikirî berdewam bikin. "

Ebdullfetah diyar kir ku revandina rêber OCalan bêyî ku tu guneh bike, sûcek ji hemû aliyan ve ku heta niha berdewam e. Ebdullfetah got: "Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û bangên xwe yên domdar îsbat kir ku li cem wî çareserî ji pirsgirêkên cîhanê û herêmê hene. Her wiha fikirê jiyana aştiyane di navbera hemû gelan de pêş xist. Di encam de tu hincet ji revandina wî re nîn in. Lê mixabin rejîma Tirk di propagenda û xapandina cîhanê ku rêber Ocalan terorîst e de bi ser ket."

Seyid Ebdullfetah got: "Em vê sîfeta terorîst ji bo Abdullah Ocalan û hevalên wê yîn têkoşer red dikin. Ne ji rêber OCalan û hevalên wî bûya, rêxistina terorîst a xeter a DAIŞ‘ê li herêmê û tevahî cîhanê têk nediçû. Ji bilî Abdullah Ocalan û hevalên wî tu kesî nedikarî li hemberî vê rêxistinê bisekiniya û wê têk biriba."

Serokê Navenda Qahîre a Lêkolînên Kurdî Seyid Ebdullfetah di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku azadkirina rêber Abdullah Ocalan bûye daxwazeke navneteweyî û mirovî û wiha got: "Li ser vî esasî divê em hevgirtî bin û têkoşînê berdewam bikin da ku azadiya wî misoger bikin. Ramanê Ocalan niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pratîkê de ye, fikirên wî banga jiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyan de dikin. Sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê li herêmê û cîhanê bibe mînak û her kesên ku dixwazin heqîqetê bi çavan bibînin bila serdana herêmên Rêveberiya Xweser bikin û bibînin bê çawa fikirên mirovî yên Abdullah Ocalan di pêkanînê de ne."

ANHA