​​​​​​​Amadehiyên çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê-HATE NÛKIRIN

Şêniyên Tebqa, herêma Efrînê, kantona Hesekê û herêma Firatê li cihên lidarxistina çalakiyên 15’ê Sibatê kom dibin.

​​​​​​​Amadehiyên çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê-HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Amadehiyên çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê-HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Amadehiyên çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê-HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Amadehiyên çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê-HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Amadehiyên çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê-HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Amadehiyên çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê-HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Amadehiyên çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê-HATE NÛKIRIN
​​​​​​​Amadehiyên çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê-HATE NÛKIRIN
15 sibat, 2022   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li têketina navçeya Fafînê kom bûn da ku li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bimeşin.

Şênî û ciwan kircên spî ku li ser wêneyên rêber Abdullah Ocalan hene, li xwe kirine.

Tê payîn ku meş piştî çend kêliyan dest pê bike. Şênî dê heta Medresêt El-Siwaqa ya li navçeya Fafînê bimeşin.

TEBQA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/st2SZlzighs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên bajarê Tebqayê berê xwe da navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a da ku tev li meşê bibin ku tê payîn heta ber bi navenda Çand û Hunerê ve berdewam bike.

Şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hildane.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/M6kGze6tiFc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Hesekê û navçeyên Şedadê, Dirbêsiyê û Til Temirê jî şênî li cihên lidarxistina çalakiyan kom dibin.

Li navçeyên Zirgan û Holê jî şênî amadekariya dayîna daxuyaniyan dikin.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/QxoDuEGhSpU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên herêma Firatê ji pêkhateyên Kurd û Ereb, li qada Jinên Azad a navenda Kobanê kom bûn, da ku dest bi meşa girseyî bikin.

Xwepêşandêr ber bi kolana Meheta, piştre ber bi qada Aştî, kolana Sînaa û li qada Şehîd Egîd a naverasta bajêrê Kobanê ve meşiyan.

Her sal wekî îro bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwepêşandan têne lidarxistin.

ANHA