Li Şamê bombeyek teqiya: Leşkerek hat kuştin, 11 leşker birîndar bûn

Vê sibê li Şamê bombeyek teqiya ku di otobuseke leşkerî de hatibû danîn, di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û 11 endamên din birîndar bûn.

Li Şamê bombeyek teqiya: Leşkerek hat kuştin, 11 leşker birîndar bûn
15 sibat, 2022   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî ku agahiyên xwe dispêre ajanseke girêdayî hikumeta Şamê, got: "Vê sibê saet di 07:25`an de bombeyek di otobusa razanê ya leşkerî de teqiya. Di encamê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 11 leşker jî birîndar bûn."

(eh)