​​​​​​​Balafireke xwekuj bajarokê Marat Nasan kir hedef

Vê sibê li bajarokê Marat Nasan ê li bakurê rojhilatê Idlibê teqînekê rû da. Teqîn di encama hedefgirtina baregehekê de bi rêya droneke bombebarkirî pêk hat. Tê diyarkirin ku baregeh a komên Îranê ye. 

​​​​​​​Balafireke xwekuj bajarokê Marat Nasan kir hedef
15 sibat, 2022   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê sibê li bajarokê Marat Nasan ê li bakurê rojhilatê Idlibê teqînekê rû da. Teqîn di encama hedefgirtina baregehekê de bi rêya droneke bombebarkirî de, rû da.

Li gorî texmînan, ev baregeh a komên Îranê ye. Lê agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

12`ê Sibatê hêzên hikumeta Şamê bajarokê Marat Nasan bombebaran kiribû û di encamê de ji malbatekê 6 kes hatibûn kuştin.

(eh)