Rojnameyên erebî: Li Siweydayê dan û standinên nerasterast

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî xwepêşandanên li Siweydayê, desteka navneteweyî ya ji bo Fethî Başaxa û xwepêşandanên li Sûdanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Li Siweydayê dan û standinên nerasterast
15 sibat, 2022   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI NAVBERA HIKUMETA ŞAMÊ Û SIWEYDAYÊ DE DIYALOGÊN NERASTERAST LI DAR DIKEVIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivisî: "Piştî ku xwepêşandanên li parêzgeha Siweydayê ya başûrê Sûriyê hatin rawestandin, diyalogên nerasterast di navbera hikumeta Şamê û nûnerên Siweydayê de li dar ketin. Piraniya beşên civaka Siweydayê; oldar, sivîl û opozîsyon tev lê bûn.

Organîzekarên xwepêşandanan diyar kir ku sedema taloqkirina xwepêşandanan ew e ku hinek alî ji ber berjewendiyên xwe yên taybet, dixwazin xwepêşandanan ji armancên wê yên rast dûr bixin. Lê hewldan hene ku xwepêşandan di rojên bê de dîsa dest pê bikin.

Edîtorê ‘Tora Siweyda 24’ Reyan Marûf got: "Organîzekarên xwepêşandanên li Siweydayê, bi meşeke girseyî duh li Siweydayê taloqkirina xwepêşandanan ragihand da ku derfetê bidin diyalogan.”

Reyan Marûf her wiha da zanîn ku ji roja yekemîn a xwepêşandanên li Siweydayê ve, hikumetê tenê sozên başkirina rewşa bajêr da lê tiştek di pratîkê de nekir. Ji wê zêdetir sewqiyatên ewlehî û leşkerî şandin bajêr û li dora avahiyên hikumetê û navendên ewlehiyê bi cih kirin.”

‘PIŞTGIRIYEKE NAVNETEWEYÎ Û HERÊMÎ JI BO BAŞAXA’

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Têkildarî erkdarkirina parlamentoya Lîbyayê ta wezîrê karên hundir ê berê Fathî Başaxa da ku hikumeta nû ava bike, erêkirineke navneteweyî xuya dike. Ev yek şansê Başaxa li hember serokê hikumeta demkî Ebdulhemîd El-Debîbe zêde dike.

Piştî çend saetan ji hevdîtina Başaxa û şêwirmendê navneteweyî Stephanie Williams ku avakirina hikumeta nû red nekir û tenê pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan teqez kir, Rûsyayê bi awayekî yekser piştgirî da Başaxa.

Têkiliyeke xurt di navbera Fethî Başaxa û Amerîkayê de heye û tê gotin ku Başaxa rolekê di guhartina helwesta Amerîkayê de ya li hember êrişa artêşê ya li ser paytextê di 2019`an de lîst û li şûna ku dijberê êrişê be, kir alîgir.”

`DI XWEPÊŞANDANÊN LI XERTÛMÊ DE 2 KES HATIN KUŞTIN`

Rojnameya El-Beyan jî li ser rojeva Sûdanê wiha nivîsî: "Komîteya Navendî ya Bijîşkên Sûdanê ragihand ku di xwepêşandanên li Xertûmê û bajarên din de 2 kes hatin kuştin û ji ber însiyatîfên herêmî û navneteweyî ku negihaştine lihevkirinekê di navbera partiyan de, rewşa siyasî xitimiye.

Komîteya Navendî ya Bijîşkan piştrast kir ku kesên hatine kuştin, yek ji wan di xwepêşandanan de ku ber bi Qesra Komarê ve diçû, gule li sîngê wî ket. Piştre ragihand ku kesek din hatiye kuştin. Xwepêşandan li gorî bernameya ku komîteyên berxwedanê û gelek tevgerên pîşeyî û siyasî diyar kiriye, berdewam dikin.”

(eh-dx)