TEV-ÇAND: Em ê 2022’yan bikin sala azadiya rêber Abdullah Ocalan

TEV-ÇAND`ê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û tê de soza têkbirina faşîzmê û mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan da.

TEV-ÇAND: Em ê 2022’yan bikin sala azadiya rêber Abdullah Ocalan
15 sibat, 2022   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi rasthatina salvegera 23`iyan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de TEV-ÇAND`ê destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan a bi destê dewletên herêmî û cîhanî pêk hatiye, berdewam e.

Her wiha diyar kir ku êrişên li dijî herêmê delîla vê yekê ye ku dixwazin Kurdan tune bikin.

TEV-ÇAND`ê di daxuyaniya xwe de bêdengiya civata navneteweyî û saziyên qaşo banga mafên mirovan dikin û CPT’yê şermezar kir û destnîşan kir ku ev bêdengî îsbat dike ku ew li dijî mirovahiyê kar dikin û xizmeta hêzên faşîst û dagirker dikin.

TEV-ÇAND`ê îşaret bi projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Rêber Abdullah Ocalan yekane kesê banga demokratiyê û azadiya gelan kiriye. Bi milyonan kurd û dostên wan li çar hêlin Kurdistanê û cîhanê li dora vê dozê kom kir.”

TEV-ÇAND`ê daxuyand ku berxwedana li Kurdistanê ya li ser bingeha modernîteya demokratîk tê meşandina bûye çandek ku çavkaniya xwe ji civaka xwe ya xwezayî digire, feraseta wê ne êrişker e lê belê xweparastin e. Ji ber wê dikare hemû reng, ziman, netew di nav xwe de bihewîne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hebûn, jiyan û azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi jiyan, hebûn û azadiya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Di çarçoveya pêngava Dem dema azadiyê ye, em ê sala 2022`iyan bikin sala têkçûna faşîstê û mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan.”