Ji bo şermezarkirina komployê şêniyên Girbawiyê ber bi Qamişloyê ve dimeşin

Meşa dirêj a şêniyên Girbawiyê ber bi Qamişloyê ve dest pê kir. Dê şênî li Qamişloyê tev li meşa mezin bibin ku dê saet di 11:00`an de dest pê bike.

Ji bo şermezarkirina komployê şêniyên Girbawiyê ber bi Qamişloyê ve dimeşin
Ji bo şermezarkirina komployê şêniyên Girbawiyê ber bi Qamişloyê ve dimeşin
Ji bo şermezarkirina komployê şêniyên Girbawiyê ber bi Qamişloyê ve dimeşin
Ji bo şermezarkirina komployê şêniyên Girbawiyê ber bi Qamişloyê ve dimeşin
15 sibat, 2022   08:13
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fîzîkî beriya çend kêliyan şêniyên bajarokê Girbawî dest bi meşeke ber bi Qamişloyê ve kir.

Bi sedan şêniyên bajarok û gundên wê tev li meşê bûn û sloganên li dijî komployê berz dikin.

Tê payîn ku şênî derdora 15 kîlometreyan heta Qamişlo bimeşin da ku tev li meşa li wir bibin ku tê payîn saet 11:00`an li dar bikeve.

Meşa li Qamişloyê dê ji Çerxerêya Osman Seberî heta navenda Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî be.

(şx)

ANHA