​​​​​​​Meclisa Şengalê: Heya rêberê me dîlgirtî be em ê berxwedana xwe bidomînin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku ew Komploya 15’ê Sibatê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan wekî li ser hebûna xwe dibînin û got “Em soz didin ku heya rêberê me dîlgirtî be, em ê berxwedana xwe bidomînin.”

​​​​​​​Meclisa Şengalê: Heya rêberê me dîlgirtî be em ê berxwedana xwe bidomînin
15 sibat, 2022   07:29
ŞENGAL

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyeke nivîskî da. MXDŞ’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser armancên Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an.

MXDŞ’ê di destpêka daxuyaniyê de balê kişand ser Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li hemberî civaka êzidî û wiha got: “Bi saya fikir û felsefeya rêber Apo û şagirtên wî bi sed hezaran êzidî ji qirkirinê rizgar bûn. Ji bo parastina civak, çand, bawerî û axa xwe ya pîroz bi sedan şehîd hatin dayîn. Em wekî civaka êzidî rêber Apo hebûna xwe dibînin, ji ber ku bi saya fikrê azad ê rêber Apo em li ser xaka xwe ya pîroz dijîn, xwe birêxistin dikin û daxwaza maf, azadî û xweseriya xwe dikin. Îro li Şengalê civaka êzidî bi îrade û vîna xwe li ser paradîgmaya netewa demokratîk a ku rêber Apo daye avakirin, xwe birêxistin dike û dibe hêz.”

MXDŞ’ê destnîşan kir ku ji ber bîrdoziya rêber Apo li dijî pergala modernîteya kapîtalîst e, ev 23 sal e li Îmraliyê di hucreyeke yekkesî de tê girtin û wiha hate gotin: “Tecrîda girankirî ku tê meşandin jî li derveyî hiqûq û qanûna mirovahiyê ye. Lê mixabin saziyên mafê mirovan, CPT û dezgehên eleqeder li hemberî vê rastiyê bêdeng in, bi erk û berpirsyariya xwe ranabin. Ger ku ji fikir û ramanê Rêber Apo netirsiyana, heya niha Rêbertî di zindanê de nedihat girtin. Herkes dizane ku projeya Rêbertiyê ya çareseriyê, mifteya çareseriyê ye ji bo gelên bindest ên Rojhilata Navîn û mirovahiyê.”

MXDŞ’ê her wiha bal kişand ser êrişên li dijî Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê û got: “Li van herêman projeya netewa demokratîk tê pêşxistin û li ser vê hîmê pergala xweseriya demokratîk tê avakirin. Ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê û hêzên navdewletî pêş dixe, ji plan û komploya li ser Rêber Apo ne cûda ne û berdewamiya vê komployê ne. Bi taybet komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber APO û komploya 9’ê Cotmeha 2020’an a li dijî Şengalê, mînakên vê rastiyê ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî meclisê komploya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ev peyam da: “Em komplo û tecrîda li ser Rêber Apo li ser xwe dibînin. Bi dîrûşma “Kes nikare roja me tarî bike” û “Dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Apo ye” em dibêjin azadiya rêber Apo azadiya me ye. Em soz didin ku heya rêberê me dîlgirtî be em ê li ser pêyan bin, têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Em heya dawiyê bawer in ku dê sala 2022’yan bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Apo û wê ev komploya bêbext a li ser hemû mirovahiyê têk biçe.”