QSD’ê û Rêveberiya Xweser bi partiyên siyasî û eşîrên re civiya

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û QSD’ê bi rûspiyên eşîr, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Hesekê re civiya. Di civînê der rewşa siyasî û ewlehî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nirxandin.

QSD’ê û Rêveberiya Xweser bi partiyên siyasî û eşîrên re civiya
QSD’ê û Rêveberiya Xweser bi partiyên siyasî û eşîrên re civiya
QSD’ê û Rêveberiya Xweser bi partiyên siyasî û eşîrên re civiya
QSD’ê û Rêveberiya Xweser bi partiyên siyasî û eşîrên re civiya
QSD’ê û Rêveberiya Xweser bi partiyên siyasî û eşîrên re civiya
QSD’ê û Rêveberiya Xweser bi partiyên siyasî û eşîrên re civiya
13 sibat, 2022   16:58
HESEKÊ

Bi vexwendina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û bi hevkariya QSD’ê , li navenda navçeya Til Temirê civîneke girseyî hate lidarxistin.  Zêdetirî 500 kesayet ji şêx, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên Til Temir û Çiyayê Kizwan, nûnerên partiyên siyasî û Meclisa Rûspiyan a Herêma Cizîrê, şervan û fermandarên QSD û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn. Civîn bi armanca nirxandina geşedanên siyasî û ewlehî û guhdarkirina nêrînên gel hate lidarxistin.

Di civînê de Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Telet Yûnis geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêm, êrişên dewleta Tirk a dagirker û êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser Hesekê nirxandin.  Yûnis diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo rakirina tola binkeftina çeteyên DAIŞ`ê ya li Hesekê êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine.

Yûnis bal kişand ser xizmetguzariyên Rêveberiya Xweser ji şêniyên herêmê re pêşkêş dike, bi taybet Til Temirê û behsa astengiyên  li hember Rêveberiya Xweser û projeyên ku dê pêk werin kir.

Beşdaran derbarê rewşa herêmê de nêrînên xwe parve kirin û diyar kirin ku ew ê di yekrêzê de li hemberî êrişên derve yên li ser herêmê û hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de bisekinin. Her wiha gotin ew ê piştgiriyê bidin xebatên Rêveberiya Xweser.

Civîn bi guhdarkirina li xwestekan û çareserkirina tevahî pirsgirêkên asê mane bi dawî bû.

/ar/uploads/files/2022/02/13/141839_hsyn-slmw-28kbyr29.webp

Têkildarî girîngiya civînê û armancên lidarxistina wê, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Hisên Selmo got: "Ev civîn bi hevkariya di navbera hêzên me û Rêveberiya Xweser de û bi beşdariya pêkhateyên herêmê û eşîrên wê hat lidarxistin. Ev civîn piştî bûyerên li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê çêbûne hat lidarxistin, nexasim piştî gelek aliyn hewl da agirê fitneyê di navbera şêniyên herêmê û eşîrên wê de dadin. Di heman demê de ev civîn ji  geşedanên leşkerî yên li herêmê û hemleyên serdegirtina şaneyên DAIŞ’ê werin eşkerekirin, hat lidarxistin."

Selmo wiha dawî li gotina xwe anî: "Şêniyên herêmê û rûspiyên eşîrên wê piştgiriya QSD’ê û Rêveberiya Xweser li hember hemû gefan dikin û li dijî her kesên hewl didin ewlehî û îstîqrara herêmên têk bibin, disekinin. Berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina wê li gorî şerê gel ê şoreşgerî ku piştgiriya hêzên xwe kirin pîroz kir û banga berdewamkirina destekdayînê kir."

(fr)

ANHA