​​​​​​​3 gundên din ên Girê Spî tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên Girê Spî zêde kirine, 3 gundên din topbaran dikin.

​​​​​​​3 gundên din ên Girê Spî tên topbarankirin
13 sibat, 2022   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker piştî gundên Erîda, Xirbet Beger û Kor Hesen, niha gundên Zenûbiya, Sewan û Um Hiwêş ên dikevin rojavayê bajarê Girê Spî jî topbaran dikin.

Li aliyekî din ku êrişên bi obus û moşekan li ser gundewarên rojavayê navçeya Eyn Îsayê berdewam dikin. Di heman demê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk li ser herêmê digerin.

ANHA