Sersaxî ji malbata şehîd Siyabend Bêkes re hate xwestin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê sersaxî ji malbata şehîd Siyabend Bêkes re xwest.

13 sibat, 2022   16:41
HELEB

Şervanê QSD‘ê Ebdurehman Şêxo (Siyabend Bêkes) 1`ê Sibata 2022`an di encama êrişa balafira bê mirov ên bi çek a dewleta Tirk a dagirker a li ser Dêrikê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd, endamên sazî, meclis, komîn, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî herikîn bin kon û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di bin kon de merasîmeke hate lidarxistin.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, şehîd Siyabend Bêkes ji bo parastina welat  canê xwe feda kir.

Roşan Mihemed ev li axaftina xwe zêde kir: "Di vê mehê de komplo li dijî gelê Kurd û rêber Ocalan hatin kirin. Beriya çend salan rêbertî dîlgirtin, lê em ê şopdarên fikirên wî bin, ev e ya ku li xweşiya Erdogan nayê, ji lewma herêmên me yên biewle ji wan Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkir. Ev şoreş bi rizgarkirina Kobanê û Baxozê bi ser ketin, li ser vê yekê ew ê ev meh ne meheke biêş be, berovajî wê ew ê meha rizgariya rêber Ocalan û hemû herêmên dagirkirî be."

Endamê Komîna Şehîd Gelhat, Îbrahîm Etallah axivî û got: "Şehîdan di oxira parastina xakê û misogeriya jiyaneke azad û bi rumet de canê xwe feda kirin."

Bi navê Kongra Star Rengîn Ebdo axivî û di şexsê şehîd Siyabend Bêkes de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Bi  navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn endama hêzê Manya Xelîl soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina herêmên dagirkirî ji terorê da.

Paşê bi navê Kombûna Olan a Helebê, Nesrîn Mihemed axivî û got: "Ne ji wan bûya em îro di atmosfêreke biewle de nedijiyan."

Apê şehîd Siyanend Bêkes, Seîd Şêxo bixêrhatina hemû mêvanan kir û wiha axivî: "Şehîd Siyabend şehîdên her kesî ye, ji lewma ji me tê xwestin ku em şopdarên têkoşîna şehîdan bin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd Siyabend Bêkes hate xwendin û radestî malbatê kirin.

(eh)

ANHA