​​​​​​​Di topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser rêya M4 de welatiyek şehîd bû

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser rêya M4 li rojavayê navçeya Îsayê de welatiyek şehîd bû.

​​​​​​​Di topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser rêya M4 de welatiyek şehîd bû
13 sibat, 2022   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji navçeyê ragihand ku welatiyê bi navê Muheydîn Hec Ehmed Îbrahîm (35) di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser rêya M4 de birîndar bû.

Her wiha diyar kir ku Îbrahîm beriya ku bigihêje nexweşxaneya Şehîd Elûş a li navçeya Eyn Îsayê ji ber birînên xwe şehîd bû.

Muheydîn Hec Ehmed Îbrahîm ji şêniyên gundê Baxdik ê rojavayê Girê Spî yê dagirkirî ye.

(şx)

ANHA