​​​​​​​Li Efgenistan; 3 parêzvanên serokê ewlehiyê hatin kuştin

Li Efgenistanê di şerê navbera hêzên eniya berxwedanê ya efganî û parêzvanê serokê ewlehiyê yê wîleyata Panceşêrê de 3 parêzvanên serokê ewlehiyê hatin kuştin.

​​​​​​​Li Efgenistan; 3 parêzvanên serokê ewlehiyê hatin kuştin
13 sibat, 2022   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera parêzvanên serokê ewlehiyê yê wîlayeta Panceşêr Abdul Hamid Xorasanî û hêzên Eniya Berxwedanê ya Efganistanê ya dijber de şer rû da û di encamê de 3 parêzvanên Xorasanî hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Efganistanê ya Herat ragihand ku ev ne cara yekemîn e ku hêzên Eniya Berxwedana Niştimanî ya Efganistanê êrişî karwanê Xorasanî dikin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Efganistanê, di 28'ê Çileyê de karwanê Abdul Hamîd Xorasanî hate hedefgirtin bêyî ku birîndar bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku geliyê Panceşêr tekane herêma li Efganistanê ye ku ji hêla Tevgera Talîbanê ve nehatiye desteserkirin.

Fermandarê leşkerî û siyasî Ahmed Şah Masûd hîna pêşengiya hêzên Eniya Berxwedanê ya Niştimanî ya li dijî Tevgera Talîban li wîlayeta Panceşêr dike.

(dx)