​​​​​​​Avahiyên mêtîngeriyê yên li herêmên dagikirî roj bi roj zêdetir dibin

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê yên dagirkirî bi rêya avakirina avahiyên mêtîngeriyê guhartina demografîk didomîne.

​​​​​​​Avahiyên mêtîngeriyê yên li herêmên dagikirî roj bi roj zêdetir dibin
​​​​​​​Avahiyên mêtîngeriyê yên li herêmên dagikirî roj bi roj zêdetir dibin
​​​​​​​Avahiyên mêtîngeriyê yên li herêmên dagikirî roj bi roj zêdetir dibin
​​​​​​​Avahiyên mêtîngeriyê yên li herêmên dagikirî roj bi roj zêdetir dibin
13 sibat, 2022   07:27
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagir kiriye, avahiyên mêtîngeriyê ava dike. Ji dema ku herêmên Sûriyê dagir kirine ve, bi hemû hewldanên xwe demografiya herêmê diguhere û rewşeke nû li ser ferz dike. 2013`an li herêmê dest bi projeyên xwe yên mêtîngeriyê kir û di demên dawî de bi piştgiriya komeleyên Qeter û Kiwêtê û di bin navê "Xêrxwazî" de hejmara van avahiyan zêde dike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê beriya niha diyar kiribû ku Qeter û Kiwêt berpirsên avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ne. Armancên dewleta Tirk yên mêtîngeriyê li Sûriyê ew e ku împratoriya osmanî ji nû ve vegerîne.

Derdora 24 komeleyên tirkî, qeterî, kiwêtî û filistînî li herêmên dagirkirî tev li projeyên avakirina mêtîngeriyê bûne.

Ji wan:

Komeleya Eyadî El-Beyda ya Tirkiyê, Komeleya Îhsan ya Tirkiyê, Komeleya Eta Bîla Hidûd (Dayîna bê sînor) a Qeterî, Komeleya Kiwêtî ya Xêrxwaziyê ya Geşedan û Pêşxistinê, Komeleya Eyş Bîl Kerama (Jiyana Birûmet) ya Fililstînê, Komeleya Şêx Ebdullah Bin Nûrî El-Xeyriyê ya Kiwêtî, Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî ya dewleta Kiwêtê, Komeleya Çaksazkirin û Komîteya Kar û Barên Xêrê yên Behreyn, Komeleya IHH a Tirkiyê, Kombûna Ereb a Filistînê, Komeleya Qeterî ya Kesên Astengdar, Heyva Sor a Qeterê, Rêxistina Dewa El-Îslamiyê, Komeleya Hîbe ya Qeterê, Desteya Rêxistina Kar û Barên Xêrxwaziyê ya Qeterê, Komeleya Qeterê ya Penceşerê, Komeleya Hufiz El-Numê ya Behreyn, Ereb Filistîn 48, Komeleya Şam El- Xeyrî, Weqfa Ola Tirkî (Diyanet), Komeleya Beyan El-Qeteriyê, Rêxistina Îadet El-Emel a Ermelan (Rêxistina Jinûve Avakirina Hêviyê ya ji Jinebiyan re), Saziya Biratî a Bêsînor a Îxwanan, Komeleya Binyan a Qeterê û Tirkiye El-Miştereke. Dewleta Tirk alîkariyên mirovî û pereyan, ji Qeter, Filistîn, Kiwêt û dewletên din ên di guhartina demografiya herêmê de tevkar in,  bi kar tîne.

Beriya niha "Tevgera Îslamî ya li hundirê Filistînê" bi rêya komeleya "Alîkariyê ya 48" a Filistînê, li herêmên dagirkirî hemleya avahiyên mêtîngeriyê berdewam dikir.

Tevgera "îslamî" ya ji aliyê Hemad Ebû Deabis ve tê birêvebirin, li ser hesabê xwe yê facebookê gotibû "Em alîkariyê kom dikin da ku li Sûriyê hezar û 200 avahiyên mêtîngeriyê yên nû, ava bikin."

Her wiha destnîşan kiribû ku hemle hîn berdewam dike, bi hezaran koçberên Sûriyê bê cih in, li ser vê yekê bang li aliyên xwe kiribû ku destekê bide wan, da ku cih ji wan koçberan re peyda bikin û wan ji sermê biparêzin.

Bi navê hemleya "Germahiya dilên dilovan" (Difi El-Qilûb El-Rehîme), filistîniyan 10 milyon dolar şand.

"Tevgera Îslamê" destpêka 2022`an li bajarokê Basqele yê gundewarê bajarê Idlibê bi navê "Yafa El-Burtûqal" avahiyeke mêtîngeriyê ava kir. Ev avahî ji aliyê komeleya "Terîq El-Heyat" a tirkî ve û bi çavdêriya hikumeta Tirkiyê hate pêkanîn.

Serokê tevgerê Hemad Ebû Deabas diyar kir ku 600 mal ava kirine, ji du odeyan, hemam û metbexê pêk tê. Ev mal têra malbatekê ji 5 kufletan dike û yekîneyekê mêtîngeriyê ji mizgeftek, dibistanek, odeya bazirganiyê û navendeke tenduristiyê pêk tê.

Ebû Deabas anî ziman ku lêçûna her malekê hezar û 560 dolar e, di heman demê de şêniyên bajarokê Tobe El-Zengeriye ya Filistînê, di vê mehê de 100 hezar dolar ji bo xizanên bakurê Sûriyê şandine.

2013`AN DEWLETA TIRK LI SÛRIYÊ DEST BI PROJEYA AVAHIYÊN MÊTÎNGERIYÊ KIR

Dewleta Tirk a dagirker 2013`an komeleya bi navê "Komeleya Xêrxwaz" ava kir, wê jî li bakurê Sûriyê û heta bi herêmên parêzgeha Idlibê avahiyên mêtîngeriyê ava kirin.

Fikireya avahiyên mêtîngeriyê 2014`an bi avahiyekê dest pê kir, piştre pêşket û piraniya malbatên ji herêmên Sûriyê ne, lê hatin bicihkirin. Destpêkê li gundê Hemed El-Emar ku li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê yê Idlibê ye, hate avakirin. 2015`an hejmara avahiyên mêtîngeriyê gihaşt 100`î.

2016`an komeleya navborî 520 avahî li bajarokê Atme yê bakurê Idlibê lê kir, avahiya mêtîngeriyê ya duyem 2017`an ji 748 avahiyan pêk hat.

Li bajarê Babê yê gundewarê rojhilatê Helebê û bajarê Serêkaniyê jî avahiyên mêtîngeriyê hatin lêkirin. Li Babê 250 û li Serêkaniyê jî 200 avahî hatin lêkirin.

Li bajarê Carablus ê gundewarê rojhilatê Helebê di qonaxa yekemîn de, 260 avahiyên mêtîngeriyê hatin lêkirin. Her avahiyek ji 3 odeyan, metbex û hemamekê yan jî du ode, metbex û hemamê pêk hat.

Di qonaxa duyemîn a projeyê ku navê "Avahiya mêtîngeriyê ya aborî" hate naskirin de, 540 avahiyan hatin lêkirin û rûbera her yekê ji wan ji 38 heta 60 metrekab bû. Li aliyekî din jî ji mizgeftekê, navendeke tenduristiyê û bazarek pêk hat.

Qonaxa sêyemîn jî ji 800 avahiyên mêtîngeriyê pêk hat ku bi beşdariya cîgirê waliyê Dîlokê yê Tirkiyê, Gerînendeyên Tenduristiyê, Perwerdeyê, rayedarên aliyan û rêxistinên xwecehî hatin avakirin.

Projeya avahiyên mêtîngeriyê dikeve bajarê gundê Emarnê yê gundewarê bajarê Carablus ê li ser rêya sereke û digihê hemû gund û bajarokên bajarê Carablusê.

Li gorî "meclisên xwecehî" yên çeteyan, diviyabû hejmara avahiyan li Cerablusê di 2021`ê de bigihaşta 3 hezar û 500 yekîneyan, her wiha li bajarê Ezaz jî 400 avahî û li Carablusê jî 282 avahî hebûna.

LI EFRÎNÊ BI DEHAN AVAHIYÊN MÊTINGERIYÊ

Li kantona Efrînê ya dagirkirî, dewleta Tirk pişta xwe da komeleyên îxwanî yên qeterî, kuwêtî û ewropî ku avahiyên mêtingeriyê bi navên mirovî ava bikin, ji wan; komeleya El-Eyş bî-kerame, Eyadî El-Beyda, El-Xuwez El-Beyda û komeleyên hevkariyê.

Gava yekemîn di 15’ê Mijdara 2018’an de bû ku avahiyek bi navê "Qeryet El-Şamiye" li gorî çeteyên Cebhet El-Şamiyê hat avakirin. Ew jî li rojavayê gundê Mêremînê yê rojavayê Efrînê hate avakirin.

Komeleya "El-Beyan" a qeterî lêçûna avakirina avahiya mêtingeriya li gundê Avrazê yê navçeya Mabeta da. Avahî li qada pîrozbahiyên Newrozê ya berê hate avakirin.

Rûbera wê nêzî 1 heta 2 kîlometre ye û her yekîneyeke ji ode, xwaringeh û şerşokê pêk tê û tê de tabloyên li ser enerjiya tavê hene.

Serokê hevbendiya sûrî Xesan Hîto ku serokê berê yê îtîlafa demkî ya girêdayî çeteyan e ragihand ku saziya bi navê" Îhsan a alîkar û geşkirinê" a bi serkêşiya Beraa El-Semodî li gundê Hec Hesna di 2’yê Nîsana par de dest bi projeya avakirina yekîneyan kir. Ew proje ji 247 yekîneyan pêk tê û her yekîneyek bi rûbera 40 metre ye, tê de parka malê heye. Avahî li ser Çiyayê Şewitî  yê nêzî çiyayê Qaziqlî yê li derdora gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê ye.

Li navçeyên Şiyê û Raco, dewleta Tirk 3 avahiyên mêtingeriyê li seranserî sînorê ji gundê Çeqela, deşta gundê Şadiya yê Raco ava kirin. Ew avahî bi destekdayîn û piştevaniya çeteyên Sultan Silêman Şah ku bi Emşat tê nasîn hatin avakirin.

Di navbera gundê Çeqela û Qermîliq de avahiyeke mêtingeriyê ji bo 300 malbatên çeteyên ku li Lîbya şer kirin hate avakirin.

Li gundê Baflûnê yê êzidiyan ê Şera, di 12’yê Mijdara 2020’an avahiyeke mêtingeriyê  bi navê "kampa hevkariyê" ku tê de 70 yekîne hene, ava kir.

Desthilatên dewleta Tirk a dagirker bi fînansekirina komeleyên qeterî û kuwêtî yên îxwanî çavdêriya vê avahiyê kir û 200 dolar da her niştecihek wê avahiyê.

Li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrînê, desthilata Tirk  dest danî erdên Mehmûd Keleş, Henan Nasir û Mihemed Elî yên ji gundê Qîbarê da ku avahiyên mêtingeriyê ji malbatên çeteyan re lê ava bikin.

Di 4’ê Çileya 2021’an de li ser keviyên çemê Efrînê yê navenda bajêr bi fînansekirina rêxistinên alîkariyê avahî ava kirin.

Li gundê Şadêrê yê êzidî yê Şêrawa jî, komeleya "El-Eyş Bî-Keram a şêniyên Filistîn 48" avahiyeke mêtingeriyê bi navê "Besmê" ku tê de 99 yekîne hene ava kir. Da ku malbatên filistînî ku dewleta Tirk ji kampên filistînî yên sûrî anîne bi cih bike, bi taybet ên li kampa Yermûk.

Di vê dawiyê de dewleta Tirk, bi navê "Kuwêt El-Rehmê" û bi fînansekirina komeleyên îxwanî yên kuwêtî avahiyeke mêtingeriyê li gundê Xalta yê Şêrawa ava kir ku tê de 300 yekîne hene.

Dewleta Tirk a dagirker li seranserî sînor ji Şera heta Bilbilê û ji Cindirêsî heta bi Raco bi dehan avahiyên mêtingeriyê ji bo malbatên tirkmenî ava kirin.

Li gundên Mihmediyê, Dêr Belût ên Cindirêsê, li ser girê Cindirêsê yê şûnwarî, nêzî gundên yelanqûzê, Dêwa jêrîn, Qulkê û Îska avahiyên mêtingeriyê hatin avakirin û di bin çavdêriya komeleya "Afad" a tirkî de ye, pere û alîkariyan dide niştecihan.

Dagirkeran avahiyeke mêtingeriyê li gundê Mîdan Ekbes ê Raco yê li ser sînorê bi Tirkiyê ve ava kir.

Li gorî çavkaniyên taybet ji Efrîna dagirkirî, Rêxistina Hevya Sor a Tirkiyê bi hevkariya berpirsê Hatay bi sedan yekîneyan li Cindirêzê ava dike.

Di çarçoveya guhartina demografîk de rejîma Tirk hewl didin çanda gundên êzidî yên li Efrînê îmha û biçewisînin û Efrînê ji herêmên din ên Sûriyê qut bikin.

‛GELÊN EREBÎ RASTIYÊ NIZANIN Û BI ÇAPEMENIYA DEWLETA TIRK HATIN XAPANDIN’

Têkildarî vê yekê rojnamegerê ji misirî û serokê edîtoriya rojnameya Şemisnews Muhsin Ewedellah ji ajana me re axivî û wiha got: "Dewleta Tirk komeleyên filîstîn ji bo avakirina avahiyên mêtingehiyê li herêmên dagirkirî dixapîne."

Ewedellah wiha domand: "Gelên ereb û ji wan jî gelê Filistînê, hûrgiliyên şerê li hundirê krîza Sûriyê nizanin ew di nêrîneke kevn  deku dewleta Tirk propagandaya wê kir ku parêzvanê dewletên îslamiyê, dinêre û Erdogan wek ku rizgarkerê lawazan e dibînin. Lê nizane ku gelê Kurd heye û rûbirûyî sûcan e û dewleta Tirk berojavajî ku destekê dide Filistinê dewleteke piştevaniya dagirkeriyê dike."

Ewedellah da zanîn ku pirsgirêka di komeleyên filistînî de ye, di heman demê de jî rola Kurd lawaz e ku sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bakurê Sûriyê yê dagirkirî pêk tîne baş nade nasîn.

Ewedellah ev tişt got: "Gelên Ereb hîna rastiya dewleta Tirk nizanin û bi nêrîneke giştî li krîza Sûriyê dinêrin. Lê mixabin dewleta Tirk xwe bi gelên Ereb da îsbatkirin ku ew ji bo sedemên mirovî û piştevaniya gelê Sûriyê destwerdanê dike.

Ewedellah ev tişt anî ziman ku komeleyên filistînî, kuwêtî û qeterî dibîne ku dewleta tirk karekî mirovî dike û li gorî vê yekê hevkariyê bi komeleyên Tirkiyê re dikin, lê rewşa giştî nizanin û tu hûrdiliyên têkildarî nakokiyê nizanin.

Ewedellah eşkere kir ku dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê û siyasetên wê rastî berovajî kirin, ji wê zêdetir jî digel tunebûna rasteqîn ku nûnertiya wê Kurd dike, rewşê li gorî xwe şîrove kir û got: "Kurdan karî dengekî xwe yê xurt li hin dewletan çêkira, lê dewletên Ereb, Kurd weke dirindeyekê ji çapemeniya tirkî, îxwanî û şepêla Îsalma siyasî re hişt ku rejîma Erdogan destekê dide wan."

Têkildarî komeleyên filistînî, Ewedellah da zanîn ku ew xwe dispêrin îslama siyasî û li gorî nêrîna dewleta Tirk dîmenekî ji tiştên li bakurê Sûriyê dibin pêşkêş dike.

‛DIVÊ KURD RASTIYÊ JI GELÊN EREB RE EŞKERE BIKIN’

Rojnamegerê misirî Muhsin Ewedellah ev tişt anî ziman: "Pêdiviya dewleta Tirk bi siyasetmedarên Kurd û pisporan heye ku rastiyê ji gelê Ereb re eşkere bikin ku bi rêya dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê hatiye xapandin. Ew bi nêrîna dewleta Tirk dinêrin ku dewleta Tirk ji bo parastina mafên gelê Sûriyê û parastina wî li bakurê Sûriyê ye."

Li gorî Ewedellah divê Kurd girîngiya xwe bidin xîtaba gelên Ereb û nêrîneke cudayî nêrîna komên îslama siyasî ku li ser rewşa bakurê Sûriyê didin, bide û wiha pê de çû: "Divê Kurd siyasetên dewleta Tirk a dagirker li pêş gelên Ereb teşhîr bikin û têkiliya xwe zêdetir bi gelên Ereb re deynin ne bi rejîman re."

‛ÇAREYA GUNCAW HEVBENDIYA EREB Û KURD E’

Rojnamegerê misirî Muhsin Ewedellah li ser vê yekê ev tişt got: "Heke em bixwazin destekdayîna komeleyên filistînî û kuwêtî ji bo avakirina avahiyên mêtingeriyê li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, rawestînin, divê em rastiyê ji gelên Ereb re eşkere bikin û rastiya dewleta Tirk û niyeta wê li herêmê teşhîr bikin. Ji ber ku çapemeniya Tirkiyê û koma îslama siyasî propagandaya Erdogan dikin û wekî rizgarkerê mislimanan nîşan didin."

Li gorî Ewedellah bêyî eşkerekirina rastiyê ji gelên piştevaniya komeleyan dikin û netêkiliya bi wan re û neeşkerekirina sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê re, dê komeleyên erebû îslamî ji aliyê mirovî de piştevaniya sûriyan berdewam bikin.

Rojnameger Muhsin Ewedellah wiha dawî li gotina xwe anî: "Armanca dewleta Tirk ew e ku bi rêya destekdayîna komeleyên kuwêtî û filistînî ji avahiyên li bakurê Sûriyê re, fitneyê bixe navbera Kurd û gelên Ereb. Nefêmkirina di navbera Kurd û Ereb dê bihêle  kurejîma Tirkiyê li ser her du gelan serwer be. Çareseriya herî guncaw hevbendiya Kurd-Ereb e ku rejîma Tirkiyê hilweşînin û siyasetên wê li pêş gelên cîhan, ereb û îslamê teşhîr bikin."

(eh-fr)

ANHA