Nivîskarekî lubnanî: Rêber Ocalan ji şoreşgerên cîhanê re pêşeng e

Nivîskar û rojnamevan Xelîl El-Qadî diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan kesayetekî enternasyonalîst e û pêşenga şoreşgeran e. El-Qadî got, armanca sereke ji komploya li dijî rêber Ocalan têkbirina têkilî û diyalogên di navbera gelên herêmê de ye.

Nivîskarekî lubnanî: Rêber Ocalan ji şoreşgerên cîhanê re pêşeng e
13 sibat, 2022   04:08
NAVENDA NÛÇEYNA – EKREM BEREKAT

Nivîskar û rojnamevanê ji lubnanî û endamê Însiyatîfa Erebî ya ji Ocalan re Azadî Xelîl El-Qadî diyar kir ku rêber Ocalan jiyana xwe xistiye xizmeta dozeke bilind, doza azadî û demokrtîkbûna gelê xwe.

Însiyatîfa Erebî ya ji Ocalan re Azadî di salvegera 22`yan a komploya navneteweyî ya 15‘ê Sibatê ya li dijî rêber Ocalan ji aliyê komeke rewşenbîrên Ereb ve hate ragihandin.

Armanca sereke ya vê însiyatîfê, danasîna doza rêber Ocalan û gelê wî li ser esasê destekdayîna têkoşeran ji bo azadiya gelê wî ji aliyekî ve û wefedariya ji têkiliyên dîrokî yên xurt di navbera gelê Ereb û Kurd de ji aliyê din ve.

Xelîl El-Qadî anî ziman ku rêber Ocalan ji hemû azadîxwazên cîhanê re pêşeng e, kesayetekî ku dê di dîroka Kurdan de dûbare nebe, ji ber ku ruxmî dîlgirtina wî xwedî roleke bi bandor e.

El-Qadî her wiha got, rêber  Ocalan bûye şoreşger, têkoşer û berxwedêrekî enternasyonalîst e û wiha domand: "Tevger û têkoşîna wî bûne xeterî û bar, ne tenê li ser dewletekê, lê belê li ser hemû dewletên ku tev li komploya navneteweyî ya li dijî wî bibûn. Rêber Ocalan ji hemû şoreşgerên cîhanê re bûye pêşeng. Armanca sereke ya komployê ew e ku ronahiya Ocalan vemrînin yan jî kêm bikin."

El-Qadî diyar kir ku kesên beşdarî komploya navneteweyî bûne gihaştin encamekê ku nikarin fikirên Ocalan û têkoşîn û şoreşgertiya wî bi dawî bikin.

 ‘OCALAN BANGA DIYALOG Û RIZGARIYÊ DIKE‘

Rojnamevan Xelîl El-Qadî diyar kir ku komploya li dijî rêber Ocalan bi awayekî rasterast li dijî gelê Kurd û tevahî gelên herêmê bû û wiha dom da axaftina xwe: "Ji ber ku rêbertî ne tenê têkoşerekî şoreşger e, di heman demê de ronakbîrekî şoreşger û enternasyonalîst  e, banga diyaloga di navbera pêkhate û gelên Rojhilata Navîn de kir. Banga diyalog û rizgariyê dikir. Girtina wî ji bo têkbirina hemû têkilî û diyalogên di navbera gel û neteweyên li herêmê de bû. Ji ber ku diyalog û lihevkirina di navbera gelan de zerarê dide berjewendiyên hêzên mezin ku li ser nakokiyên gel û neteweyên li Rojhilata Navîn dijîn. Ji ber wê jî komplo li dijî rêber Ocalan pêk anîn da ku serweriya li ser gelan, derfetên wê û zengîniya xwezayî, hêsan bike."

El-Qadî da zanîn ku hêzên komploger bi rêya komployê armancên xwe pêk neanîn ji bilî beşekî ku ew jî girtina wî ya fîzîkî ye û got: "Ji ber fikirên wî belav dibin û difirin wek ku Ibin Ruşid gotiye; baskên fikir hene, di nava hemû azadîxwaz û şoreşgerên li cîhanê de ku dixwazin azadî, demokrasiyê pêk bînin û li dijî zilmê derkevin."

 ‘RÊBER OCALAN BI GIRTINÊ BANDOR NEBÛ‘

Nivîskar û rojnamvan Xelîl El-Qadî destnîşan kir ku girtina rêber Abdullah Ocalan  bandor li têkoşîna wî ya fikirî, felsefî û şoreşgerî nekir û wiha domand: "Dibe ku bandor li çalakiya wî yê fîzîkî kiribe. Lê fikir û projeya wî ya şoreşgerî di nava gelê Kurd û hemû gel û azadîxwazên herêmê de belav bûye ku dixwazin azadî, edalet û demokrasiyê pêk bînin." 

El-Qadî îşaret bi însiyatîfên navneteweyî û erebî yên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Ev bang û însiyatîfên rast û durist in, ji ber ji aliyê gelên herêmê, heval û dostên wan ve hatine destpêkirin. Ocalan hêjayî azadiya fîzîkî ye û hêjayî van însiyatfan û zêdetirî wan e."

El-Qadî got însiyatîfên ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hatine lidarxsitin heta niha encamên ku têne xwest bidest nexistiye û hêvî kir ku NY`yê û Meclisa Mafên Mirovan bang û însiyatîfên derbarê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan de pêk bînin.

Nivîskar û rojnamevanê ji lubnanî û endamê Însiyatîfa Erebî ya ji Ocalan re Azadî Xelîl El-Qadî îşaret bi girîngiya bidawîbûna girtina zalimane a rêber Ocalan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dem hatiye ku qeyd werin  şikenandin û Ocalan ji zindanê were derxistin da ku têkoşîna xwe ji bo azadiya gelê xwe û gelên herêmê û hemû şoreşgerên li cîhanê, berdewam bike."

(bx)

ANHA