Rewşenbîr û siyasetmedaran li Kerkûkê kampanya Ji kurdan re edalet ragihand

​​​​​​​Rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan û parêzerên bajarê Kerkûkê kampanya ‘Ji Kurdan re Edalet’ ragihand û banga navê PKK’ê ji “lîsteya teroê” û azadiya rêber Abdullah Ocalan kirin.

Rewşenbîr û siyasetmedaran li Kerkûkê kampanya Ji kurdan re edalet ragihand
13 sibat, 2022   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê li Navenda Diyalogê ya li Kolana Komarî ya bajarê Kerkûkê bi tevlêbûna gelek kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan û parêzeran kampanya ‘Ji Kurdan re Edalet’ hat ragihandin.

Di civîna çapemeniyê de kesayetiyên Kerkûkê ji welatiyan daxwaz kirin ku herkes tevlê kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê bibin û her wiha daxwaz ji hemûyan kir ku piştgiriyê bidin kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’.

‘TERORÎSTÊ RASTEQÎN DEWLETA TIRK E’

Di civîna çapemeniyê de Nivîskar, Rewşenbîr û Çavdêrê Siyasî Letîf Fatih Ferec axivî û got, “Ev demeke ku kampanyayek navnetewî bi pêşengiya çendîn fîlozof, nivîskar û kesayetên rewşenbîr ên cîhanê bi navê kampanya ‘Ji Kurdan re Edalet’ hatiye destpêkirin ku armanca vê kampanyayê derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê ye. PKK ne terorîst e lê mixabin di vê rewşa bê edalat ya navnetewî de navê tevgera azadîxwaz salên 80’î xistine vê lîsteya terorê û dewletên zalim jî dike rizgarker. Terorîstê rasteqîn dewleta Tirkiyê ye ne PKK.”

‘Em daxwaza azadiya birêz Ocalan dikin’

Têkildarê hewldanên cîhanî yên ji bo piştgiriya kampanyaya ‘Ji Kurdan re Edalet’ Ferec ev tişt anî ziman; “Niha hijmarek zêde ji parlementer û senatorên cîhanê ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê dixebitin û her wiha daxwaza azadiya birêz Ocalan jî dikin ku bi ne heqî li girava Îmraliyê tê ragirtin.”

Nivîskar û Rewşenbîr Letîf Fatih Ferec ji Kurdan xwest ku di vê kampanyayê de zêdetir rol bigirin û got, “Niha fîlozof û rewşenbîrên navdar ên cîhanê û xwediyên xelata nobelê ji bo azadiya Ocalan û derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê dengê xwe bilind kirine û nabe ku Kurd bê deng bin, bi taybetî Kurdên Kerkûkê ku bi dirêjahiya dîrokê zilm lê hatiye kirin. Lewma pêwîste di vê kampanyayê de zêdetir rol bilîzin.”

‘Apocî bûn bi xwîna xwe Rojhilata Navîn ji DAIŞ’ê parastin’

Pisporê Yasayên Navnetewî Hejar Kakeyî jî di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir, “Em îro ji bo ragihandina piştewaniyê li kampanyaya ‘Ji Kurdan re Edalet’ ya ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê û her wiha azadiya birêz Ocalan li virin.

Ev pêngav ji bo Kurdan girînge ku di asta cîhanê de ji bo vê kampanyayê xebat tê kirin. Em wek lîderê partiyekê li Birêz Ocalan temaşe nakin, belku ji lîderê partiyekê wêdetir em li Birêz Ocalan temaşe dikin. Ji ber ku Birêz Ocalan rêberekî diyar ê Kurd e. Piştî sala 2014’an yên şerê DAIŞ’ê kir û bi xwîna şehîdan Rojhilata Navîn parast Apocî bûn. Eşkere bû ku ew dewletên ku behsa demokrasiyê dikin hevkarê DAIŞ’ê bûn ku ew belgeyane li hemû cîhanê eşkere bûn.”

Kakeyî di berdewama axaftina xwe de îşaret bi ragihandina kampanya ‘Ji Kurdan re Edalet’ ya li bajarê Kerkûkê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Îro em li bajarê Kerkûkê kampanya ‘Ji Kurdan re Edalet’ radigihînin û hêvîdarin ku di rojên pêş de welatî zêdetir tevlê vê kampanyayê bibin û bibin berê bingehîn ê kampanyayê. Ji welatiyan dixwazîn ku ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê îmze bikin û piştewaniya azadiya Birêz Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê bikin.”

‘Wê çarenûsa Tirkiyeyê ji ya rejima Baas a Iraqê baştir nebe’

Çavdêrê Siyasî û Siyasetmedarê Kerkûkî Mela Ferman Mihemed jî axivî û got; “Derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê ku bi rengekî pir ne rewa xistine navê, her çiqasê wê derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê bi qazanca PKK’ê be, wê ewqasê di qazanca Tirkiyê de be jî. Ji ber wê pêwîste Tirkiye dersekê ji ezmûna hikumeta Iraqê wergirtiba ku çawa hikumeta Iraqê nekarî bi tunekirina şoreşên Kurdan encamekê bi dest bixîne, Tirkiye jî bi heman şêwazê ye. Wê çarenûsa Tirkiyê ji ya rejîma Baas a Iraqê baştir nebe.”