ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-02-2022
13 sibat, 2022   00:00

-Şêniyên Hesekê cenazeyên 3 şehîdên QSD‘ê li goristana Şehîdan a Şedadê oxir dikin, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star a navçeya Holê li ser zihniyeta baviksalarî, sedem û bandorên wê û çawaniya bidawîkirina wê semînerekê ji mêran re organize dike, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî komploya navneteweyî ya 15‘ê Sibatê meşa ciwanan a ji bo 3 rojan ji gundewarên Kobanê dest pê dike, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê têkildarî komploya 15‘ê Sibatê daxuyaniyekî dide, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya lidijî rêber Abdullah Ocalan, pêşangeha pirtûk û wêneyan vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Tirbespiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dijî komployê meşekê li dar dixe, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Derbarê komploya 15‘ê Sibatê de, Meclisa Navçeya Amûdê semînerekê li navenda Çand û Hunerê dide, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên ji Helebê diyar kir ku xweparastin di çarçoveya şerê gel ê şoreşerî de li hemberî êrişên bi armanca têkbirina destkeftiyên gelan, pêwîstiyek e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnasê li herêma Tebqayê û welatiyên Minbicê îşaret bi berxwedana rêber Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de kir û teqezî li ser girêdana wan bi fikreyên rêbertî kir û got ew rêbaza ku aramî û bingeha jiyana hevbeş li herêmê pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û rojnamevan Xelîl El-Qadî diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan kesayetekî enternasyonalîst e û pêşenga şoreşgeran e. El-Qadî got, armanca sereke ji komploya li dijî rêber Ocalan têkbirina têkilî û diyalogên di navbera gelên herêmê de ye. (BI WÊNE).

- Şêniyên Dirbêsiyê îşaret bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kombûna wan li derdora QSD‘ê li hemberî êrişan kir û got: "Em bi xaka xwe ve girêdayî ne û rê nadin ku were dagirkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Têkildarî xwepêşdanên li Siweydayê yên ji ber nebabşna rewşa aborî û debarê, şandeyeke Rûsî roja Înê serdana Siweydayê kir. Li aliyekî din aloziya siyasî ya li Iraqê ji ber astengbûna hilbijartina serokkomariyê derbasî qonaxeke nû bû.

DOSYA

- Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê yên dagirkirî bi awayekî sîstematîk guhartina demografiyê pêk tîne, isbata vê yekê avakirina avahiyên mêtîngeriyê ye. Li ser vê yekê rojnamevanê misirî diyar kir ku dewleta Tirk bi hestên gelê Ereb dilîze da ku piştgiriyeke madî qezenc bike. Her wiha bang li Kurdan kir ku rastiya Tirkiyê ji gelê Ereb re raxin ber çavan.

POLÎTÎKA

- Berdevkê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Kemal Akîf diyar kir ku hêzên li meydanê ku naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe, Rêveberiya Xweser ji bo berjewendiyên xwe metirsîdar dibînin û got “Heke ji bo Sûriyê hêviyeke çareseriyê hebe, ew jî Rêveberiya Xweser e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA