MSD: Em bi "tevgera şoreşa li Siwêdayê" re ne

MSD’ê ragihand ku ew piştgiriya "Tevgera şoreşê ya li Siwêdayê" dikin û bang li civata navneteweyî kir ku rê nedin hikumeta Şamê ku "tu komkujiyan"  pêk bîne.

MSD: Em bi "tevgera şoreşa li Siwêdayê" re ne
12 sibat, 2022   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî pêşdeçûn li bajarê Siwêdayê yê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di dirêjahiya 5 rojên borî de gelê me yê li Siwêdayê xwepêşandanên aştiyane li dar xistin û banga azadî, rûmet û başbûna rewşên debarê kir, tevî zêdebûna hêza ewlehî ya desthilata şamê.

Şoreşa azadî û rûmetê ranewestiye, hêvî di her kêliyekê de hebû, tevî binketinên di rêveçûna wê ya 10 salan de çêbû. Lê hîna rih heye û îro li Siwêdayî nû dibe û dengê sûriyan lê dide.

Dema îslama siyasî şoreş kontrol kir ji rêya xwe derket û piştre rêxistinên terorîst hatin, mîna DAIŞ û El-Nusra û ji wan komên çete yên din derketin û bi ferman û ajandeyên dagirkeriya Tirk tev digerin. Hemûyan xizmetî rejîma destpot kir. Ji ber armanca wan desthilat e ne wergirtina mafên mirovan ên adilane ye. Tişta îro ji tevgera gel li Siwêdayî dibe vejandina şoreşê ye. Ew şoreşa ku bang debara bi rûmet û parastina wê dike. Ev tevger, sekneke nû li hember desthilatê û nîşaneyeke din e ku şoreşa mafan namire, ye.

MSD piştgiriya tevgera şoreşê ya li Siwêdayê dike û pêşdeçûnên wê ji nêz ve dişopîne û bang li rêveberên wê dike ku tevgera xwe bi xwe bi rê ve bibin û nehêlin tu alî wê ji rêya rast derxin. Ji ber xwepêşandan banga guhartina ber bi demokratiyê ve dike û dihêle Sûriye bibe dewleteke ji bo edalet civakî, azadî, wekhevî û qanûnî.

Em MSD’ê hişyarî li ser rewşa li Siwêdayê didin û metirsiya xwe li hember desthilata Şaşmê tînin ziman ku mijûlbûna cîhanê bi krîza Rûsya û Ukrayna re bi kar bîne û tevgera şoreşê ya aştiyan biçewisîne. Li gorî wê em MSD’ê bang li civaka navneteweyî dikin bi taybet hikumeta Rûsya rê nede Şamê ku tu komkujiyan pêk bîne û li hember çi binpêkirina li dijî şêniyên me yên li Siwêdayê hesab bixwaze, bihêle diyalogê bike û çareyeke siyasî pêk bîne, ji ber ew kilîta yekane ya rizgarkirina gel û welat û îstîqrara li herêmê ye."

(fr)

ANHA