Meclisa Dêrikê bi rûspiyên eşîran û kesayetên welatparêz re civiya

Meclisa Navçeya Dêrikê bi hevkariya Rêveberiya Asayîşa Dêrikê bi rûspiyên eşîran, endamên komîteyên lihevanînê û kesayetên welatparêz re civiya. Di civînê de rewşa siyasî û ewlehî hatin nirxandin.

Meclisa Dêrikê bi rûspiyên eşîran û kesayetên welatparêz re civiya
Meclisa Dêrikê bi rûspiyên eşîran û kesayetên welatparêz re civiya
Meclisa Dêrikê bi rûspiyên eşîran û kesayetên welatparêz re civiya
Meclisa Dêrikê bi rûspiyên eşîran û kesayetên welatparêz re civiya
Meclisa Dêrikê bi rûspiyên eşîran û kesayetên welatparêz re civiya
12 sibat, 2022   15:45
QAMIŞLO

Civîn bi beşdarbûna şêx û rûspiyên eşîran, oldar, endamên komîteyên lihevanînê, kesayetên welatparêz, malbatên şehîdan, Hêzên Asayîşa Dêrikê û hevserokatiya meclisa navçeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Dicle hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, ji rêveberên herêma Dêrikê Rûbar Dêrik geşedanên dawî nirxand, behsa êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, komployên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyên têne amadekirin û êrişên li ser gîrtîgeha Sînaayê kir.

Dêrik got: "Di vê pêvajoya hestiyar de ku herêmê tê re derbas dibe, ji komployên li ser herêmê têne plankirin divê em hişyar bin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin."

Dêrik diyar kir ku hemû planên li djiî gelên herêmê bi saya hevgirtin û yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li ser bingehê feslefeya neteweya demokratîk têk çûn û wiha domand: "Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ên ku ji aliyên dewletên kapîtalîzm û paşverû ve hatine afirandin ji ber nakokiyên mezhebî, neteweyî û etnîkê nayên çareserkirin."

Rûbar Dêrik behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku ev komplo li dijî îradeya gelên berdewam e.

Her wiha îşaret bi şerê taybet kir ku dewletên faşîst li dijî gelên herêmê dimeşîne û wiha domand: "Armanc ji vî şerî ew e ku herêm ji ciwanan vala bibe û xêra û bêra gelan talan bikin."

Ji fermandarên Asayîşa Dêrikê Meen Ebdulezîz jî behsa rewşa ewlehiyê ya herêmê kir û anî ziman ku Hêzên Asayîşê ji destpêka ku hatiye damezirandin ve hewl dide ewlehî û aramiyê misoger bike û tevahî destkeftiyan biparêze.

Ebdulezîz destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser û biratiya gelan modela herî guncaw a jiyaneke azad û bi rûmet e û wiha axaftina xwe domand: "Bi saya gelê xwe û keda şehîdan û hêzên leşkerî plana girtîgeha Xiwêra têk çû."

Di dawiyê de beşdaran derbarê rewşa siyasî, ewlehî û xizmetguzarî nêrînên xwe parve kirin.

ANHA