MSD`ê komxebatek li ser geşedanên siyasî li dar xist

Têkildarî geşedanên siyasî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û Sûriyê bi giştî, MSD‘ê komxebatek li Kobanê li dar xist.

MSD`ê komxebatek li ser geşedanên siyasî li dar xist
MSD`ê komxebatek li ser geşedanên siyasî li dar xist
MSD`ê komxebatek li ser geşedanên siyasî li dar xist
MSD`ê komxebatek li ser geşedanên siyasî li dar xist
MSD`ê komxebatek li ser geşedanên siyasî li dar xist
12 sibat, 2022   16:09
KOBANÊ

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî geşedanên dawî civîneke bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî yên herêma Firatê komxebatek li dar xist.

Di komxebata ku li navenda Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, hate lidarxistin  de sê mijaran hate nîqaşkirin. Di mijara yekemîn de îşaret bi kar û xebata partiyan a bi armanca guhartina siyasî hate kirin, mijara duyemîn jî behsa asta îqnakirina civata navneteweyî bi hebûna partiyên siyasî ku dikarin Sûriya nû bi rêve bibin, hate kirin. Di mijara sêyemîn de jî behsa rola MSD‘ê hate kirin, bê ka dikare daxwazên gelê sûrî bi cih bîne, lê na.

Destpêka bernameyê endamê Têkiliyên Giştî ya  MSD‘ê, Kemal Herbez rewşa siyasî nirxand.

Herbez anî ziman ku qonaxa bê hesas e û lihevkirina gelê sûrî dixwaze, ev lihevkirin dê têkiliyên di navbera pêkhateyan de xurttir bike, ji lewma pir girîng in û wiha axivî: "Ger em dîroka şoreşên Ewropa di bîra xwe de bînin, em ê bibînin ku roleke mezin di civata Ewropa de lîstine."

Herbez destnîşan kir ku divê  gel sûdê ji rojên bê werbigirin da ku aloziya Sûriyê çareser bikin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Gelek alî hene naxwazên li herêmên me îstiqrara pêk were û bi rêya ajandeyên xwe hewldana têkbirina ewlehî û aramiyê dikin."

Piştî nirxandina rewşa siyasî, beşdaran li ser du koman hate dabeşkirin da ku nêrînên xwe bi MSD‘ê re parve bikin. Koma yekemîn ji Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (Yekîtî), P.D.K.S û Partiya Yekitiya Demokratîk pêk hat.

Ji pêşniyarên ku derketina pêş, ji bo dîtina lêkolîneke hevbeş ji aliyên opozîsyona Sûriyê re xebat were kirin, biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 were aktîvkirin û Rêveberiya Xweser di komîteya destûrî de were beşdarkirin.

Koma duyemîn jî ji Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd-Sûriyê, Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê pêk hat. Van partiyan îşaret bi bandorên destwerdanên di kar û barên sûrî de kirin ku bandorên neyinî li rola NY`yê, di nirxandina realist a ji rewşa Sûriyê re kir.

Beşdaran pêşniyar û çawa hemû partî dê di qonaxên bê de roleke serkeftî bilîzin û astengiyan  derbas bikin, nîqaş kirin .

(eh)

ANHA