Mamoste Egîd Cîlo li Helebê hat bibîranîn

Endam û xebatkarê Komîteya Perwerde û Zimanê Kurdî Egîd Cîlo li Helebê hat bibîranîn.

Mamoste Egîd Cîlo li Helebê hat bibîranîn
Mamoste Egîd Cîlo li Helebê hat bibîranîn
Mamoste Egîd Cîlo li Helebê hat bibîranîn
Mamoste Egîd Cîlo li Helebê hat bibîranîn
Mamoste Egîd Cîlo li Helebê hat bibîranîn
Mamoste Egîd Cîlo li Helebê hat bibîranîn
12 sibat, 2022   15:39
HELEB

Endam û xebatkarê Komîteya Perwerde û Zimanê Kurdî Egîd Cîlo 13’ê Sibata 2019‘an di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûbû. Bi boneya salvegera 3`yemîn a şehadeta wî, Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk bi beşdariya bi sedan mamosteyan li hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, sînevîzyonek li ser berxwedan û jiyana wî weşand û mûm li derdora wêneyên şehîd hatin vêxistin.

Endama rêveber a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civata Demokratîk Nûjîn Bilind ku hevrêya şehîd Egîd Cîlo axivî û got: "Di şexsê şehîd Egîd Cîlo de em bejna xwe li hemberî fedekariya şehîdan ditewînin û dibêjin, şehîdan rêya me ronî kirin û bûn sembola aştiyê."

Nûjîn Bilind ev li axaftina xwe zêde kir: "Min 2011`an şehîd Egîd Cîlo nas kir, Cîlo endezyarekî zimanê kurdî bû û jiyana xwe hemû jê re veqetandibû, li aliyekî din jî kesayeteke demokrat bû û her kes qebûl dikir."

Xwendekara bi navê Rohat Osman stranek li ser şehîd Egîd Cîlo got, dûvre mamosteya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Zozan Dehar helbestek li ser şehîdan xwend. Paşê komeke muzîkê ya xwendekaran çend stranên şoreşgerî gotin.

Di dawiyê de beşdaran sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana rêber Apo" berz kirin.

(eh)

ANHA