`Dewleta Tirk çiqas êriş bike îradeya me xurtir dibe`

Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Bihêra yê Amûdê de zarokek şehîd bû. Hevserokê Meclisa Bihêra got: "Ji ber bêxemî û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan li hember hovîtiya dewleta Tirk li dijî herêmê, êdî baweriya me bi wan nemaye, lê vîna me xurt e."

`Dewleta Tirk çiqas êriş bike îradeya me xurtir dibe`
`Dewleta Tirk çiqas êriş bike îradeya me xurtir dibe`
`Dewleta Tirk çiqas êriş bike îradeya me xurtir dibe`
12 sibat, 2022   04:23
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

9‘ê Sibatê, saet derdora 13:30‘an dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov ên bi çek li gundê Bihêra yê 5 km dikeve rojavayê navçeya Amûdê li erebeyeke sivîlan da. Di hundirê erebeyê de mamosteyek û hejmarek şagirt hebûn ku ji perwerdeya taybet a derveyî dibistanê vedigiyan. Di encama bombebaranê de zarokê bi navê Mihemed El-Kelah (11)  ê ji gundê Keramê şehîd bû û mamoste û zarokên din jî birîndar bûn.

/kr/uploads/files/2022/02/11/185916_-.webp

Têkildarî bûyerê Hevseroka Meclisa Bajarokê Topo Mîdya Sado ji ajansa me re axivî û da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker piştî têkçûyîna çeteyên DAIŞ`ê careke din bi awayeke hovane sivîl û zarokan topebaran û bombebaran dike û wiha got: “Em wekî gel vîna me xurt e, em li beramber êrişên dewleta Tirk tu carî serî natewînin. hûn nikarin bîr û baweriya gel bişkînin. Çi qasî dewleta Tirk êrişên xwe li ser me zêde bike jî li hemberî vê yekê vîna me xurtir dibe.”

Mîdya Sado wiha got: “Peyama me ji bo dewleta Tirk ev e; hûn bi binketine, hûn DAIŞ bi xwe ne.”

`TEVÎ KU RÛSYA DIZANE ŞEHÎD SIVÎL IN JÎ BÊDENG E`

Girêdayî hebûna Rûsya li herêmê û rola wê di parastina sivîlan de Mîdya Sado wiha got: “Tevî ku hêza Rûsya serdana malbata zarokê şehîd kir û nas kir ku şehîd sivîl e jî, lê hê jî bêdeng e.”

Mîdya Sado wiha pê de çû: “Em ji wan re dibêjin hûn ne bi navê mafên mirovan û demokrasiyê bang dikin, hûn bi navê dewletên tevlîhev, dewletên ku gel ji xwe re hedefgirtiye û zilimê li miletan dikin e.”

Li ser rola rêxistinên mafên mirov û zarokan Medya Sado wiha got: "Tu mafên mirovan li gel wan tune ye. Di şoreşa Rojava de gelek zarok parçeyên laşê xwe windakirin û şehîd jî bûn. Ev 12 sal in Rojava rastî her cureyên îşkence û sûcan tê, lê ruxmî vê yekê bêdengî heye. Gelê Rojava gelekî berxwedêr e, her dem vîna me ji şehîdên me ye.”

Hevseroka Meclisa Bajarokê Topo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bêxemiya rêxistinên mafên mirovan li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gel hiştiye, êdî nema baweriya gel bi wan tê û wiha got: “Dewletên ku bang li mafên mirovan dikin ji ber berjewendiyên xwe li herêmê me ne. Baweriya gel bi van dewletan nayê.”

Rojane balafirên keşfê li ser herêmên Kantona Qamişlo digirin. Bi rêya van balafiran heta niha gelek sivîl û zarok şehîd bûne.

ANHA