​​​​​​​Christian James: Kuştina El-Qureyşî têkçûneke mezin ji bo DAIŞ'ê ye

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Christian James destnîşan kir ku Sûriyê karesateke mirovî nîşan dide û Washington ji bo çareseriyeke siyasî bi hevkarên xwe re dişêwire.  Her wiha diyar kir ku DAIŞ sûdê ji bêistiqrariyê werdigire û xeteriyeke mezin e.           

​​​​​​​Christian James: Kuştina El-Qureyşî têkçûneke mezin ji bo DAIŞ'ê ye
12 sibat, 2022   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB

Têkildarî geşedanên Sûriyê, metirsiyên zindîkirina çalakiyên DAIŞ'ê û şerê li dijî terorê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Christian James bi rêya telefonê ji ajansa me re axivî.

 ‘SÛRIYE KERASETEKE MIROVÎ YE, EM BI HEVKARÊN XWE RE JI BO LIHEVKIRINAN DIŞÊWIRIN‘  

Christian James got: "Em ê xebatên Amerîka ji bo pêşdebirina derfetên lihevhatineke siyasî ku dawî li şerê hundirîn yê hovane li Sûriyê bîne, bi şêwireke bi hevkarên xwe û Neteweyên Yekbûyî (NY) re nû bikin. Divê ev lihevkirina siyasî sedemên bingehîn ên şerê hundirîn yê nêzî deh salan çareser bike."

James wiha lê zêde kir: " Em ê amûrên di destê xwe de, wekî zexta aborî bikar bînin da ku reform û berpirsiyariya watedar pêk bînin û piştgirîkirina rola NY'ê di danûstandinên lihevkirineke siyasî de li gorî biryara 2254 ya Meclisa Ewlehiyê bidomînin. Em ê di warê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî de fermandariya Amerîkayê agahdar bikin. Li Sûriye felaketeke mirovî heye û divê em bêtir alîkariya gelê Sûriyê yê li hundirê û penaberên ku reviyane derve bikin."

‘EM BANG LI HEMÛ WELATAN DIKIN KU TÊKILIYAN BI ŞAMÊ RE NORMALÎZE NEKİN‘  

Li ser  gavên hin welatên erebî yên normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re berpirsê Amerîkî got: "Em bang li hemû welatan dikin ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk û hevkariyên aborî bi rejîma Esed re venegerînin û pêş nexin, ji ber ku ev yek rê dide Esed ku nakokiyan bidomîne. Em bang li endamên Komkara Erebî dikin ku tu hewlekê ji bo vegerandina rejîma Esed di nav rêxistinê de nekin, heta ku pîvanên ku di biryara 2254 ya Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî de hatine destnîşan kirin pêk neyên. Her hewldaneke vegerandina têkiliyan an jî vegera rejîma Esed li Komkara Ereban dê xebatên hevpar ên ji bo pêkanîna çareseriyeke aştiyane û siyasî ya mayînde ji nakokiyên li Sûriyê re lawaz bike."

 ‘DAIŞ SÛDÊ JI BÊISTIQRARIYÊ WERDIGIRE‘          

Têkildarî tevgera DAIŞ'ê, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got: "Rêxistina DAIŞ li Sûriyê xetereyeke, ji bêistiqrariyê sûdê werdigire û niyeta xwe ya ji bo destpêkirina êrişan li derveyî welat û êrişên terorîstî li seranserî cîhanê berdewam dike. Divê pêşî li derketina DAIŞ li Sûriye û Iraqê, her wiha rêxistin û torên girêdayî wê yên li derveyî Rojhilata Navîn were girtin. Beşdarbûna Amerîka bi 83 hevkar û hevalbendên me yên ku Koalîsyona Navneteweyî ya têkbirina DAIŞ'ê wê berdewam bike."

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê wiha dom kir: "Li gorî vê yekê, Serok Biden piştgiriya xwe ji bo mayîna hejmarek ji hêzên Amerîkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgirîkirina hevkarên herêmî û rêgirtina li pêş zindîkirina DAIŞ'ê nîşan da. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ya herî zêde di şerê li dijî DAIŞ'ê de rol lîsiye, hevkarekî leşkerî ye, lê bêyî piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nikare şerê li dijî terorîstên DAIŞ'ê berdewam bike û bi deh hezar girtiyên DAIŞ û malbatên wan biparêze.‘‘

 ‘KUŞTINA EL-QUREYŞÎ TÊKÇÛNEKE MEZIN JI BO RÊXISTINA DAIŞ'Ê YE‘

James bal kişand ser kuştina serçeteyê DAIŞ'ê Ebdullah Qurdaş û got: "Kuştina lîderê DAIŞ'ê Mihemed Seîd Ebdurehman El-Mewla an ku Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî ji qada şer derbeke din li vê rêxistina terorîst  xist. Em wekî koalîsyon li hemberî her hewldaneke DAIŞ‘ê ya jinûve xwe avakirin an jî vegerandina serweriya xwe li ser xaka Sûriyê û Iraqê em ê zextên pêwîst berdewam bikin."

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Christian James wiha bi dawî kir: "Tedbîrên bilez ên hevkarên me yên herêmî, li ser hesabê windahiyên di nav hêzên xwe de, ji bo rawestandina êrişa li ser girtîgehê ya li Hesekê, hewldana DAIŞ'ê ya revandina hêzên wan têk bir. Ev êriş bal kişand ser lawazbûna di navendên binçavkirinê yên demkî û girîngiya dabînkirina çavkaniyan ji bo însiyatîfa koalîsyonê ji bo misogerkirina girtina çekdarên DAIŞ'ê."

(dx)

ANHA