Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê El- Ehmed şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanê meclisê Îd El-Ehmed şehîd bû.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê El- Ehmed şehîd bû
11 sibat, 2022   19:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê  ragihand ku şervanê meclisê dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû.

Daxuyanî wiha ye: "Bi êş û xemgînî me agahiya şehadeta şervanekî xwe yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê  şehîdê leheng Îd El-Ehmed bihîst. Îd dema bi erka xwe ya leşkerî radibû, gihaşt asta şehadetê.

Heval şehîd Îd El-Ehemed 2014`an tev li tevgera şoreşgerî ya çekdar bû û di pêngavên rizgarkirina Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazor de cih girt.

Şehîd Îd ji ber temenê xwe yê mezin ji hevalên xwe re çavkaniya moraldayînê bû û her kesî rê jê re digirt. Her wiha xwedî rihekî hevaltî yê bilind bû, bi hezarkirina xwe ya ji jiyanê re hezkirin û rêzdarî ji derdorê qezenc kir.

Em Meclisa Leşkerî ya Minbic di serî de sersaxiyê ji xwe re dixwazin, dûvre ji malbata şehîd Îd Ehmed û hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Em soz didin şehîdan ku em ê heta pêkanîna armancên wan tê bikoşin."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Ebû Xalid

Nav û Paşnav: Îd El-Ehmed

Navê bav: Hemdawî

Navê dayikê: Mirêş

Cih û dîroka jidayikbûnê: Sirîn, gundê Ceyûf 1971

Dîroka tevlêbûnê: 2014`an

Cih û dîroka şehadetê: 10-2-2022

(eh)

ANHA