Komîteya Lihevanînê li Hesekê du bira li hev anî

Komîteya Lihevanînê û rûspiyên eşîrên bajarê Hesekê nakokiya di navbera du birayên ji eşîra Gabara de ku 12 salan dewam kir, çareser kir.

Komîteya Lihevanînê li Hesekê du bira li hev anî
Komîteya Lihevanînê li Hesekê du bira li hev anî
Komîteya Lihevanînê li Hesekê du bira li hev anî
Komîteya Lihevanînê li Hesekê du bira li hev anî
Komîteya Lihevanînê li Hesekê du bira li hev anî
Komîteya Lihevanînê li Hesekê du bira li hev anî
Komîteya Lihevanînê li Hesekê du bira li hev anî
Komîteya Lihevanînê li Hesekê du bira li hev anî
11 sibat, 2022   16:50
HESEKÊ

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên bajarê Hesekê û navçeya Amûdê, bi hevkariya Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li Hesekê du bira ji eşîra Gabara, li hev anîn.  Nakokiya di navbera her du birayan de 12 salan dewam kir.

Her du bira Mehmûd Hisên û Hemîd Hisên ji gundê Bêzara yê Hesekê ne, ji sala 2009‘an de bi hev ketibûn û di encamê de zarokekî Mehmûd Hisên li ser destên kurapê xwe Hemîd Hisên,  hate kuştin.

Şêniyên eşîra Gabara li taxa Kelasê ya li naverasta Hesekê, komeke kon vegirtin û xwarin ji kesên tev li lihevanînê bûn re, amade kirin.

Rûspiyên eşîra Gabara, bi dehan rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên kantona Hesekê, Meclisa Kantona Hesekê, rayedarên Rêveberiya Xwser a Herêma Cizîrê, Meclisa Aştiya Navxweyî û bi dehan şêniyên Amûdê û Hesekê tev li merasîma lihevanînê bûn.

Merasîma lihevanînê bi gotina şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Hesekê Zeyneb Şêtka destpê kir. Zeyneb Şêtka lihevanîna her du birayan pîroz kir û spasya kesên tev li vê gavê bûne, kir.

Zeyneb Şêtka anî ziman ku ji her kesî tê xwestin li hev biborînin û ji hev hez bikin, çi Kurd çi Ereb û pêkhateyên din bin. Her wiha li ser bingeha rêgezên neteweya demokratîk û biratiya gelan bijîn.

Serokê Meclisa Êla Cibûr a Herêma Cizîrê Fewaz Zobe axivî û got: "Ev kon ji bo çareserkirina pirsgirêkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye vegirtin, bi wê re em desteka gelên xwe ji aştî û lihevanînê re pîroz dikin, ji ber ku isbata hevgirtina li herêma Cizîrê û di navbera pêkhateyên herêmê de dike."

Hisên Şihadê jî beşdarî merasîma lihevanînê bûbû axivî û got: "Em spasiya rûspiyên eşîra Gabara dikin ku tev li vê lihevanîna pîroz bûn û dawî li nakokiya her du birayan anîn. Li ser vê yekê em bang li pêkhateyên herêmê dikin ku ji hev hez bikin."

Di dawiya merasîmê de xwarin hate danîn û her du bira silav dan hev.

(eh)

ANHA