Jinên ciwan bi meşekê komploya 15‘ê Sibatê şermezar kir

Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo bi meşekê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kirin.

Jinên ciwan bi meşekê komploya 15‘ê Sibatê şermezar kir
11 sibat, 2022   16:22
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah, Yekitiya Jinên Ciwan meşek li taxa Qidûrbek a bajarê Qamişlo li dar xist.

Bi dehan şênî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Çand û Hunerê beşdarî meşê bûn.

Meşevana li kolanên taxa Qidûrbek bi berzkirina “Bê Serok Jiyan Nabe” meşiyan. Di meşê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Sariya Cûdî axivî û diyar kir ku bi komploya navneteweyî hewil dan Kurdan qirbikin û rêber Ocalan ji wan qutbikin û wiha got: “Ev tecrîda ku niha li ser serok APO tê meşandin, berdewamiya komployê ye. Em ji hêzên navneteweyî re dibêjin, hûn nikarin bi tecrîdê serokê me ji me qut bikin.”

Meş bi sloganên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

(sb)

ANHA