Roja yekemîn a civîna Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî bi dawî bû

Xebatên roja yekemîn a Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nîqaşên li ser çawaniya sazûmaniya hiqûqî ya taybet bi parastina bendên hevpeymana civakî, mekanîzme û sazûmaniya Komseriya Hilbijartinan û bendên girêdayî edaleta civakî bi dawî bûn.

Roja yekemîn a civîna Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî bi dawî bû
11 sibat, 2022   17:17
HESEKÊ

Li Hesekê xebatên rûniştina çaremîn a Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê careke din dest pê kir. Di rûniştinê de reşnivîsa hevpeyman hat nîqaşkirin. Tevahî komîteyê ku ji 158 endam pêk tê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas, saziyên civaka sivîl û çalakgerên civakî li herêmê beşdarî civînê bûn.

Rêveberiya Xweser di 15’ê Tîrmeha par de komîteya biçûk ji 30 endaman ava kir da ku reşnivîsa Hevpeymana Civakî amade bikin û di Komîteya Berfireh a Zaskirina Hevpeymana Civakî de nîqaş bikin.

Xebatên roja yekemîn a rûniştina çaremîn ên li ser nîqaşkirina bendên Hevpeymana Civakî li pêş dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kirin.

Têkildarî nîqaşên roja yekemîn, endama Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed d got: "Nîqaş li ser çawaniya saziyên şopandinê pêk hatin ku dê çawa mijarên darayî di çarçoveya saziyên derveyî saziyên Rêveberiya Xweser de, çawaniya sazûmaniya hiqûqî û dadgeheke taybet bi parastina bendên Hevpeymana Civakî, sîstema edaleta civakî û saziyên girêdayî wê ji komîteyên lihevanînê, nivîsgehên dozgeriyê, mekanîzmaya xebata saziyên Komseriya Hilbijartina û hin bendên giştî de bi rê ve bibin."

Li ser xebatên roja duyemîn jî, Remziye Mihemed da zanîn ku dê di roja duyemîn de hin bendên ku pêşniyar û guhartin li ser çêbûne werin nîqaşkirin.

Tê payîn Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya civîna 4’an de sibe saet 9’an li Hesekê xebatên xwe berdewam bikin.

(fr)

ANHA