Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 162 kesên din bi Koronayê ketin, 2 jî jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 162 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 2 jî jiyana xwe ji dest da.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 162 kesên din bi Koronayê ketin, 2 jî jiyana xwe ji dest da
11 sibat, 2022   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmên rêveberiyê 162 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 91 mêr in û 71 jin in.

Desteyê diyar kir ku du kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da, jin ji Dêrikê ye û yek ji Tebqa ye. Her wiha got, rewşa 3 pêkhateyan jî baş bûye.

ANHA