Ajansa me dê bernameyeke taybet têkildarî xwepêşandanên li Siweydayê biweşîne

Ajansa me îro dê bernameyeke taybet têkildarî xwepêşandanên li Siweydayê yên li ser daxwaza istîqrara rewşa siyasî û başkirina rewşa jiyanî, biweşîne.

Ajansa me dê bernameyeke taybet têkildarî xwepêşandanên li Siweydayê biweşîne
11 sibat, 2022   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji beriya çend rojan ve, li Siweydayê xwepêşandan li dar dikevin. Şêniyan banga pêşxistina rewşa aborî kir piştî ku hikumeta Şamê gelek malbat ji alîkariyan bê par hiştin.

Lê daxwazên xwepêşandêran, asta aborî derbas kir û banga pêkaîna biryara navneteweyî 2254 hat kirin.

Ji bo nirxandina vê rewşê, helwesta hikumeta Şamê ji daxwazên xwepêşandêran, nivîskar û akademîsyenê sûrî yê ji Siweydayê Dr. Muhîb Salihe dê bibe mêvanê bernameya me. Bername dê îşev saet di 20:00`an de li gorî dema Qamişloyê were weşandin.

Hûn dikarin li ser linkên fermî yên ajansa me bernameyê bişopînin.

https://www.facebook.com/hawarnews/

/ar/

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

(şx)

ANHA