Pirtûkxaneya Gerok gera xwe li Hesekê bi dawî kir

Pirtûkxaneya Gerok piştî ku 3 rojan di nav tax û bajarokên Hesekê de geriya û îmze ji bo derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kom kir, gera xwe bi dawî kir.

Pirtûkxaneya Gerok gera xwe li Hesekê bi dawî kir
11 sibat, 2022   14:04
HESEKÊ

Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok li Hesekê bi dawî bû ku Yekitiya Jinên Ciwan bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dar xistibû. Pirtûkxaneyê berê xwe da kantona Qamişlo.

Duh Pirtûkxaneya Gerok di çarçoveya hemleya Tevgera Ciwanên Şoreşger “Werin Cenga Azadiyê” de di nav tax û bajarokên Hesekê de geriya.

Otubûsa bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê li ser, di roja sêyemîn de li taxên Kelase û Xiwêran ên Hesekê, navçeya Şedadê û bajarokê Erîşe li başûrê bajêr geriya û li gelek cihan rawestî.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di çalakiyê de pirtûk û parêznameyên rêber Abdullah Ocalan, bi zimanên kurdî û erebî pêşandan.

Gelek welatiyan serdana pirtûxaneyê kir û li ser daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan îmze kirin.

Piştî vê, Pirtûkxaneya Gerok wê biçe kantona Qamişlo da ku tev li çalakiya ciwanan a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku hatî lidarxistin, bibe.

(şx)

ANHA