Desteya Ciwanan ji bo şermezarkirina komployê çalakiya konvedanê li dar xist

Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyê de destpêkirina çalakiya konvedanê li Qamişloyê ragihand.

Desteya Ciwanan ji bo şermezarkirina komployê çalakiya konvedanê li dar xist
11 sibat, 2022   13:19
QAMIŞLO

Ji nav rêzeçalakiyên ku bi boneya salvgera 23`yan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê destpêkirina çalakiya konvedanê bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê, 15`ê Sibatê hilweşe” ragihand. Çalakî wê 3 rojan berdewam bike.

Tê payîn ku di çalakiyê de di dirêjahiya 3 rojan de, semîner têkildarî komploya navneteweyî werin lidarxistin, sînevizyon û wêneyên rêber Abdullah Ocalan werin pêşendan. Her wiha ji bo derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê dê îmze werin berhevkirin.

Ji bo çalakiyê desteyê ji pêşiya konê çalakiyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi komploya navneteweyî û dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan hat kirin û wiha hat gotin: “Rêber Abdullah Ocalan li hember zulmê sekinî, rêya jiyana azad ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest xêz kir. Ji ber wê pergala kapîtalîst rêber Abdullah Ocalan li ser xwe xeter dît û komplo li dijî wî pêk anî.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desteya ciwanan dê li hember vê pergalê û dagirkeriyê bisekine û bang li hemû gelan kir ku xwedî li rêber Abdullah Ocalan derkevin.

Çalakiya konvedanê wê sibe saet di 10`an de dest pê bike. Dê şêniyên kantonên Hesekê û Qamişloyê, endamên Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê û endamên saziyên sivîl tev li çalakiyê bibin.

(şx)

ANHA