Ji ber ku sîxurî qebûl nekir PDK’ê dersînor kir 

Hesen Kaçar ji ber ku sîxurî û xiyanet qebûl nekir, ji aliyê PDK’ê ve ji Hewlêrê hate dersînorkirin. Kaçar çend caran serî li Neteweyên Yekbûyî da lê heya niha tu encam jê negirtine.

Ji ber ku sîxurî qebûl nekir PDK’ê dersînor kir 
11 sibat, 2022   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hesen Kaçar ê endamê HDP’ê û malbata wî di Mijdara 2021’an de ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve bi darê zorê hat dersînorkirin û ew şandin Silêmaniyê. Kaçar dema di zindana dewleta Tirk de bûye, hatiye jehrîkirin û rewşa wî tenduristiyê ne baş e. Kaçar tevî hemû serlêdanan jî nekariye kel û pelên xwe ji Hewlêrê bigire.

Kaçar der barê dersînorkirina xwe de dibêje ku ji ber wî sîxurî û hevkariya bi PDK’ê re qebûl nekiriye, ji Hewlêrê hatiye derxistin.

Hesen Kaçar bi rêya înternetê der barê rewşa xwe de bersiva pirsên me da û got piştî ku çûye Silêmaniyê jî hin hevalên wî û hin malbatên ku ji Bakurê Kurdistanê lê xwedî derketine û heya niha tene carekê Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkarî dayê û piştî wê kesî alîkarî nedaye wan.

‘EZ LI ZINDANÊ HATIME JEHRÎKIRIN’

Hesen Kaçar 37 salî ye û ji bajarê Colemêrgê ye. Li Bakurê Kurdistanê demekê di nava HADEP û DEHAP’ê de kar kiriye. Di sala 2003’yan de ji ber ku kesekî lixwemikurhatî (îtirafçî) li ser wî agahiyên nerast dane dewletê, bi îdiaya ku ew endamê PKK’ê ye û di hin çalakiyên çekdarî de cih girtiye, hatiye girtin.

Di sala 2009’an de ji bi îdiaya ku wî “xwestiye dewleta Tirk parçe bike”, cezayê muebbetê lê hatiye birîn. Kaçar behsa dema girtîgehê dike û dibêje: “ Di sala 2007’an de ji ber ku dadger Wanê yê bi navê Osman Mermer bi nêzîkatiyên faşîst û bê exlaq li hember me tev digeriya û heqaretên giran li hevalê Metîn Serhat kirin, min jî bertek nîşan da. Di encama ve bûyerê da ez bi hucra yekkesî hatim cezakirin.”

Hesen Kaçar dibêje ku dema ew di zindana dewleta Tirk de bûye, hatiye jehrîkirin, li ser vê gelek nexweşî li laşê wî peyda bûne û wiha behsa mijarê dike: “Dema di hucreyê de dihatim girtin, bi şiklekî hatim jehrîkirin. Piştre ji hucreyê hatim derxistin. Heya wê demê tu nexweşiyeke min tune bû, heya bibêje serê min jî nediêşiya. Li piştî vê bûyerê roj bi roj rewşa tenduristiya min xirab bû. Êş û azarek kete hemû laşê min. Porê min, heta birûyên min ji nişka ve weşiyan. Kesên ku 2 meh bû me hev nedîtibû, êdî ez nas nedikirim. Bi salan ez nebirime nexweşxaneke bi rêk û pêk ji bo ku ez bikarim tedawî bibim. Her cara ku ez dibirim nexweşxaneyê û derman didane min, rewşa min xirabtir dibû.”

Hesen Kaçar dibêje ji ber ku şik û guman çêbûne ku hatibe jehrîkirin, êdî demeke dirêj ji bilî dermanê êşê tu tedawî qebûl nekirine û piştî ceza jî lê hatiye birin, ew sirgunî navçeya Kalkandere ya Rîzeyê kirine. Kaçar dibêje: “Her roja ku derbas dibû tenduristiya min zêdetir xirab dibû û ez gihaştim rewşek wisa ku êdî min nedikarî rabim ser pêyên xwe jî.”

Dema ku hevdîtin di navbera rêber Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de çêdibûn, wê demê rêber Ocalan bang kiribû ku divê girtiyên nexweş bên berdan. Hesen Kaçar jî yek ji kesên ku wê demê hatiye berdan e. Kaçar dibêje wê demê ew salek bûye li Stenbolê di Nexweşxaneya Cerrahpaşa de û ji bo wî ji rapora tia edlî hatiye amadekirin. Hesen Kaçar der barê wê demê de van agahiyan dide: “Cara yeke bû ku teşhîs û tehlîlên min rast û durist dihatin kirin. Ez bi madeyeke kîmyewî hatibûm jehrîkirin. Bandor li kezeba min kiribû û pergala min a parastinê xirab bûbû.

Di heman demê de teşhîsa nexweşiya Crohn û ankîlozan spondîlît, werem, xirabûna cîgerê bandorek neyînî li ser dilê min jî dikir. Di encamê de di rapora min a ku ji bo tiba edlî hatibû nivîsîn de hatibû gotin, ger tedawî nebe dê jiyana xwe ji dest bide. Tiba edlî ya Stenbolê ew rapor qebûl nekir. Li ser vê min bi nivîskî gilî kir lê bê encam ma.”

RAPORA WÎ HATIYE GUHERANDIN

Hesen Kaçar dibêje: “Piştî vê nêzîkatiya tibba edlî cara duyem rapor hat guhartin. Tiba edlî biryara ku ez nikarim li zindanê bi tena xwe jiyana xwe bidomînim, da. Lê vê carê jî serdozgeriyê bi îdiaya ji bo civakê xeternak e, ew biryar jî red kir. Biryar da ku ez tedawiya xwe li Nexweşxanaye Cerrahpaşa berdewam bikim. Lê li wê derê cihê ku girtî lê bên girtin, tune bû.”

Kaçar li ser vê yekê piştî 3 mehan heya ku li nexweşxaneyê jê re cihek amade dikin, careke din tê tedawîkirin. Lê tedawiya wî encam nagire. Li gorî gotina Hesen Kaçar, li ser rapora çaremîn a nexweşxaneyê serdozger di Adara 2014’an de neçar dimîne ku ku ji bo 6 mehan wî berde.

Hesen Kaçar piştî ku tê berdan, diçe mala xwe û piştî 6 mehan careke din vedigere nexweşxaneyê. Lê ji ber ku pêvajoya siyasî hatiye guhertin, nêzîkahiya dewleta Tirk jî tê guhertin û dema ku Hesen Kaçar hinekî baş dibe, yekser derbasî Başûrê Kurdistanê dibe.

Ji sala 2015 hetanî 23’yê Mijdara 2021’an li Hewlêrê dimîne. Di 23’yê Mijarê de PDK bi darê zorê ji Hewlêrê dersînor dike.

Hesen Kaçar wiha behsa wê demê dike: “Ez endamê nunertîya HDP’ê bûm û ji bo ku debara jiyana zarokên xwe bikim, min di înşaatê de kar dikir. 2 salên dawî ji ber gefên PDK’ê min nedikarî kar peyda bikim. Ji ber tenduristiya xwe diviyabû min mehê carekê derzî bi kar bianiya, lê ji ber derfet nebû, tenê çend heyvan carekê min dikarî bi kar bînim. Ji ber wê jî nexweşiya min giran bû.

Piştî ku PDK’ê em ji Hewlêrê derxistin, em hatin Silêmaniyê. Hevalên min û hin malbatên ku xelkên Bakurê Kurdistanê xwedî li min derketin. Ji derveyî wî heya niha tu saziyekê li me nepirsî û tu alîkariyek jî neda me.”

‘NY BI ERKA XWE RANABE’

Hesen Kaçar dibêje roja ku ew hatine Silêmaniyê ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz kirine ku bi erk û berpirsyariyên xwe, pîvan û peymanên xwe tev bigere lê jê re bersiv nehatiye dayîn û heya niha tenê ji bo carekê hindek pere wek alîkarî dane wî.

Hesen Kaçar der barê nêzîkatiyên Neteweyên Yekbûyî de dibêje: “Daxwaza min ya sereke ev bû ku NY li gorî nav û berpirsyariya xwe tev bigere, sedema dersînorkirina me bi awayekî fermî û aşkera ji PDK’ê bipirse û bi raya giştî re parve bike. Lê bi şiklekî alîgirê PDK’ê nêz bûn. Gotin wan ji PDK’ê pirs kiriye û PDK’ê ji wan re gotiye ku qaşo ez ji bo wan xeter im û nabe ku li Hewlêrê bimînim. Lê min careke din ji berpirsê NY’yê yê Silemaniyê daxwaz kir ka ez bi çi awayî ji bo Hewlêrê xetereyê çêdikim, aşkere bikin. Piştî demekê berpirsê NY’yê bang li min kir û got wan ji Hewlêrê careke din pirs kirine û heman bersiv girtine. PDK’ê gotiye qaşo der barê min de agahiyên îstîxbarî girtine. Min careke din daxwaza xwe dubare kir lê tu bersiv nehat.”

Hesen Kaçar dibêje li ser van nêzîkatiyên wan wî jî xwestiye ku NY kel û pelên wan ji Hewlêrê bîne, lê heya niha tu bersivek erênî jê re nehatiye.

“Ev 3 meh e em li benda bersiva wan in. Herî dawî gotin wan ji nûnertiya NY’yê a Hewlêrê re nivîsîne le heya niha bersiv nehatiye. Karmendên NY’yê yên Hewlêr û Silêmaniyê ji tirsa PDK’ê û ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî bê gotina asayîşê yek gav jî neavêjin. Ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî kar dikin. Hin xebatkarên NY’yê yên li Hewlêrê ku xwestin li gorî pîvanan kar bikin, ji kar hatin dûrxistin.”

‘PDK DIXWAZE HER KES WEKÎ WAN BIBE SÎXUR’

Hesen Kaçar ji bo ku kel û pelên xwe wergire bi rêya Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê bi awayekî fermî ji parêzger û asayîşa Hewlêrê kel û pelên xwe daxwaz dike, lê vê carê jî ji wan re dibêjin “Heya em belgeyên we yên fermî amade bikin em ê bişînin.” Lê ev ji mehek zêdetir e hîna jî neşandine.

Hesen Kaçar der barê dersînorkirina xwe de wiha dibêje: “Dixwazin me bitirsînin, lê nizane ku welatparêzên birûmet û biexlaq natirsin. Em dizanin ku sedema derxistina me ji Hewlêrê di esas de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ye. PDK dixwaze her kes wekî wan bibe sîxurê dewleta Tirk.

Jixwe ji ber ku min teklîfên wan ên bêexlaq qebûl nekirin, wan jî ez ji Hewlêrê derxistim. Vekirî ji min re gotin ku bi me re kar bike. Min jî got ez xiyanetê nakim. Wê demê gotin em ê te ji Hewlêrê derxin. Gotin an em ê te radestî dewleta Tirk bikin an jî bikujin. Min jî got ez ne yê destpêkê ne jî yê dawiyê me û ez ê bi tu awayî gotina we nekim. Piştre roj diyar kirin, gotin heta 21’ê Adarê ji Hewlêrê derkeve.”