​​​​​​​Rojnameyên Erebî: Fransa dê sûcdarên sûcên şer li Sûriyê darizîne

Rojnameyên Erebî îro li ser darizandina sûcdarên sûcên şer li Sûriyê, pabendbûna Dabîba bi desthilata li Lîbyayê û rewşa Sûdanê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên Erebî: Fransa dê sûcdarên sûcên şer li Sûriyê darizîne
11 sibat, 2022   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

`FRANSA HEWL DIDE SÛCDARÊN SÛCÊN ŞER Û YÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YÊN LI SÛRIYÊ DARIZÎNE`

Rojnameya Şerq El-Ewsat li ser rojeva Sûriyê wiha nivîsî: "Fransa gaveke girîng avêt, di warê bicihanîna peransîpa cezakirin û dadgehkirina sûcdarên sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê li seranserî cîhanê de, bi taybet li Sûriyê li pêşberî dadgehên Fransayê.

Wezareta Derve ya Fransayê û Wezareta Edaletê daxuyaniyek dabû û tê de destnîşan kiribû ku yasaya bê dê destûrê bide hikumetê ku peymana hevkariya dadwerî ya di navbera Fransa û Neteweyên Yekbûyî (NY) de îmze bikin. Ev peyman girêdayî mekanîzmeya navneteweyî ya bêalî û serbixwe ye û taybet bi Sûriyê ye.  Ev tê wateya ku Parîs dê agahiyên li ber destê xwe veguhêzîne mekanîzmeya navneteweyî ku berê ev yek ne pêkan bû.”

`EBDULHEMÎD EL-DEBÎBE SOZÊN XWE BIN PÊ KIRIN`

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: "Pêngava parlamentoya Lîbyayê ya dûrxistina serokwezîrê demkî yê Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe ji kar îsbat dike El-Debîbe sozên xwe binpê kirin ku erka xwe ji bo xurtkirina cihê xwe yên siyasî bi kar neyne.

Ege El-Debîbe li ser helwesata xwe îsrar kir, dibe ku li Lîbyayê 2 hikumet ava bibin, yek bi serkêşiya wê li Terablusê ku NY û dewletên rojavayê pê îtîraf dikin û ya din parlamento li rojhilat ê diyar bike.

Lêkolîner Celal Herşawî yê ji rêxistina Însiyatîfa Cîhanî got: "El-Debîbe, diyar kir ku ew amade ye bi hemû aliyan re hevkar be lê ev yek dirêj nekir. Ne xwedî tu îdeolojiyekê ye û dilê her taîfeyekê yan jî kemekê ji xwe naêşîne."

`XWEPÊŞANDANÊN KU BANGA HIKUMETEKE SIVÎL DIKIN, JI NÛ VE DESTPÊKIRIN` 

Girêdayî rewşa Sûdanê rojnameya El-Itîhad a Îmaratê wiha nivîsî: "Piştî girtina du fermandarên hêzên Azadî û Guhetinê li Sûdanê, duh li paytexta Sûdanê Xertûm û bajarê Um Derman bi daxwaza hikumeteke sivîl a giştî, xwepêşandan hatin kirin.

Di heman çarçoveyê de, balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûdanê duh li ser Twitterê ragihandibû ku ew şîret li welatiyên xwe dike ku di dema xwepêşandanên li Xartûm û eyaletên din xwe dûr bixin.

Partiya Ume El-Qewmî duh di civîneke çapemeniyê de piştrast kir ku Sûdan rastî krîza siyasî ya giran tê ku di encamê de rewşeke siyasî ya girêk çêbû ku biryarên 25`ê Cotmehê girêtirk kirin.”

(dx)