Biden bang li welatiyên DYA'yê kir ku 'tavilê' Ukraynayê derkevin

Serokê DYA'yê bang li welatiyên xwe yên li Ukraynayê kir ku "tavilê" vî welatî biterikînin. Her wiha hişyarî ji pêkhatin nakokiyeke mezin a muhtemel bi Moskovê re da.

Biden bang li welatiyên DYA'yê kir ku 'tavilê' Ukraynayê derkevin
11 sibat, 2022   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ji kanala NBC re axivî û ji ber dagirkeriyeke gengaz a Rûsya li ser Ukraynayê bang li welatiyên xwe kir ku tavilê ji vî welatî derkevin.

Joe Biden got: "Divê welatiyên amerîkî biçin, divê tavilê biçin. Em bi yek ji artêşên herî mezin ên cîhanê re rû bi rû ne."

Biden wiha domand: "Ev rewşeke gelekî cuda ye û dibe ku kar bi lez ji kontrolê derkeve."

Biden diyar kir ku eger dagirkeriyeke rûsî pêk were, ji bo veguhastina welatiyên amerîkî jî wê leşkeran neşînin xaka Ukraynayê û got: "Ev yek wê bibe sedema şerê cîhanê. Dema ku amerîkî û Rûs gule berdan hev, hingî em ê li cîhaneke gelekî cuda bin."

Kanadayê jî ji bo welatiyên xwe pêşniyareke bi heman rengî kir. Li malpera Wezareta Karên Derve ya Kanadayê ev peyam hate dayin, "Eger hûn li Ukraynayê bin, divê ji wir biçin