​​​​​​​Serokê Navenda Ereb a Lêkolînan: Ocalan serokekî dîrokî ye

Serokê Navenda Ereb a Lêkolînan Mihemed Fethî Şerîf diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan bi têkoşîn, fikir û helwestên xwe yên sabit dikarî stratejiyeke siyasî civakî pêk bîne û got: "Abdullah Ocalan mirovekî aştîxwaz e, bi fikirê xwe yê azad ê niştimanî her tim li istiqrarê digere."

​​​​​​​Serokê Navenda Ereb a Lêkolînan: Ocalan serokekî dîrokî ye
11 sibat, 2022   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn bandoreke têkoşîneke bêhmpa hişt. Niha beşeke berfireh a siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskaran fikirên  wî esas digrin ku dikaribûn ku stratejiyeke siyasî ya civakî pêk bînin. Ji ber wê jî rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan gelek însiyatîf û platformên ragihandin.

Serokê Navenda Ereb a Lêkolînan Mihemed Fethî Şerîf diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan lîderê dîrokî yê PKK`ê ye, li hemberî rejîmên li Tirkiyê derketin xwedî dîrokeke mezin a têkoşînê ye. Her wiha destnîşan kir ku rêber Ocalan dikarîbû bi awayekî pratîkî îsbat bike ku fikir dimîne û namire, girtin û dûrxistin dê fikir têk nebin û wiha got: "Ew di nêrîna min de mirovekî têkoşer e. Ez texmîn dikim ku rêya vî mirovî û fikireyên wî nîşan dide ku ew serok e."

'HEMÛ KRÎZÊN LI HERÊMÊ ENCAMA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YE'

Mihemed Fethî Şerîf di axaftina xwe de behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku di 15`ê Sibata 1999`an de hate kirin kir û wiha axivî: "Helbet komployên navneteweyî yên li dijî welatparêzên, azadîxwaz û lêkolîngerên serxwebûna biryarê li welatê xwe, rewşeke li her dever û demê heye. Tişta ku bi rêber Ocalan re hate kirin teqez dike ku civaka navneteweyî li berjewendiyên xwe digere. Berjewendiyên wan li ku derê bin komplo li wir hene. Tevî vê yekê û tevî girtina wî jî lê rêber Ocalan dikarîbû kesên komploger li derve û hundir eşkere bike. Hemû bûyerên tevlîheviyê ku li herêmê rû didin, encama komploya navneteweyî bi xwediyên berjewendî û kesên ku sûdê digrin ji xayinên welatan e."

Şerîf anî ziman ku rêber Abdullah Ocalan bi têkoşîn, fikir û helwestên xwe yên sabit dikarî stratejiyeke siyasî civakî pêk bîne û wiha domand: "Ew mirovekî aştîxwaz e. Her tim bi rêya ramanê niştîmanî  yê azad li aramiyê digere. Ji ber wê jî rêya Ocalan û têkoşîna wî di nava salan de dewam kir. Tevî girtina wî ji sala 1999`an ve û heta roja îro lê fikir û stratejiya niştîmanî roj bi roj berfireh dibe."

KOMPLO Û PÊKANÎNA ARMANCÊN WÊ

Mihemed Fethî Şerîf diyar kir ku komploya Ii dijî rêber Abdullah Ocalan armancên xwe pêk neanî û wiha pêde çû: "Dewletên komploger armancên xwe pêk neanîn û heta ku destkeftiyên demkî yên komplogeran pêk werin jî dê dewam neke. Dîrok wisa dibêje. Ji ber wê jî ez dibêjim ku komploger dê ji aliyê gelan ve were eşkerekirin. Heta ku tayên komploya xwe bi zanebûn çêbikin jî, rêber Abdullah Ocalan ji xayinan re çavkaniyê tirsê ye. Ji ber wê jî fikirên wî dê tevî hemû komployan, bijîn."

Şerîf destnîşan kir ku têgîna neteweya demokratîk niha li ser rûbereke erdnîgarî biçûk pêk tê û fikirên wê li gel mirovan çêdibe û got: "Li Rojhilata Navîn jî heta niha têgîneke jelatînî ye, heger ne bi rêya rastiyeke nû ku gelên Rojhilata Navîn bibin xwedî biryara hundirîn, ne ya derve, nikare li ser rûyê erdê pêk were.

Ji ber wê jî pêwîstiya têgîna neteweya demokratîk bi gelên ji derveyî xeleka xizanî, paşverûtî û nakokiyên siyasî û mezhebî heye ku bû sedem ku Rojhilata Navîn ji şerekî ber bi şeran ve biçe û ji aloziyekê ber bi aloziyan ve biçe û ev tişt anî ziman: "Ji ber wê jî em nikarin têgîna neteweya demokratîk bi darê zorê li ser civakê bi rêya destûrên taybet yên partiyekê yan jî komekê, pêk bînin."

Mihemed Fethî Şerîf diyar kir ku girtina rêber Abdullah Ocalan derqanûnî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevî ku 23 sal di ser girtina rêber Ocalan re derbas bûn bêyî ku qanûn ji aliyê rêveberiya dewleta Tirk ve hebin, serhişkiya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, redkirina xwestekên cîhanî, erebî û herêmî ku wî serbest berdin, paşguhkirina çalakiyên Kurdan li gelek dewletên Ewropî yên ji bo piştgiriya bi serokê wan re, lê di rojên pêş de dibe ku serfiraziyeke çêbibe. Nexasim di nava paşdeketina gelêriya Erdogan de. Dibe ku Ocalan serbest were berdan. Ji ber rêvberiya Tirkiyê ne tenê serokekî Kurdan girtiye lê belê wî gelek di şexsê Ocalan de, girtiye."

(bx)

ANHA