Têkildarî komploya 15'ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin

Li gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya rasthatina salvgera 23'yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û cezakirina dewleta Tirk hatin kirin.

10 sibat, 2022   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rasthatina salvegera 23`yemîn a Komploya Navneteweyî ya li djiî rêber Abdullah Ocalan ku 15`ê Sibata 1999`an pêk hatibû, Desteya Parastina Rêveber Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Azadiya rêber APO kilîta aştiya Rojhilata Navîn e" panelek li dar xist. Di panela ku li  hola Şehîd Axîn Welat a kantona Şehbayê hate lidarxistin de bi dehan parêzer, rewşenbîr û rûspiyên eşîran amade bûn.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YtrGzCYRP8A?controls=0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Parêzer Gebiraîl Mistefa, Roşîn Elî û Mihemed Emîn wekî endamên dîwana panelê hatin diyarkirin.

Parêzer Roşîn Elî di mijara yekemîn de ya bi navê "Jiyana rêbertî û têkoşîna wî" de behsa zarokatiya rêber APO, analîzekirina wî ji rojevan re, redkirina fêrkirina bi zimanê tirkî, çawa ku bi çepgerên Tirk re bi bandor dibe,  avakirina wê ya ji PKK`ê re û redkirina mêtîngeriya Tirkiyê ji Kurdistanê re, destpêkirina têkoşînê, hatina Sûriyê û destpêkirina avakirina kadroyên partiyê û redkirina şerê Sûriyê li dijî Tirkiyê û balyozên wê yên li Ewropa kir.

Di mijara duyemîn de ya bi sernavê "Asta rewabûna dadgehên Tirkiyê di dadgehkirina rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser hatiye ferzkirin de", parêzer Roşîn behsa revandina rêber Ocalan û tecrîda li ser kir. Her wiha bal kişand ser pîvan û qaûnên navneteweyî yên têkildarî qedexekirina tecrîd û mafên mirovan kir.

Beşdaran jî îşaret bi bêdengiya rêxistinên mafên mirovan kir, di serî de CPT ji ber ku li hemberî rêber Abdullah Ocalan bi erka xwe ranabin, her wiha girîngiya derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" destnîşan kirin.

Panel bi gelek biryaran bi dawî bû ji wan:

-Bang li Sekretêriya Giştî ya NY`yê hate kirin ku (CPT) aktîf bike da ku rewşa rêber Ocalan ji nêz ve seh bike û di çarçoveya peymana NY`yê de ku dewleta Tirk 1998`an erê kir, çareser bike.

-Navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" derxe ji ber ku PKK`ê rêber e û rêbertî partî bi xwe ye, her wiha ji ber ku dewleta Tirk mana partiyê di lîsteyê de li pêşiya civata navneteweyî bi kar tîne, di encamê de rêber Ocalan serbest bernade.

-Bi navê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, belgeyekê pêşkêşî Sekretêriya Giştî ya NY`yê bikin, da ku hemû mafên xwe ji bo serbestberdana rêber Ocalan pêk bîne.

TEBQA

Li Tebqayê bi heman boneyê Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist. Bi sedan şênî, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, partiyên siyasî, meclisên leşkerî, endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê tev li meşê bûn. Meş ber bi Navenda Çand û Hunerê ve dest pê kir. Di meşê de pankartên banag azadiya rêber Ocalan hatin hildan û sloganên "Na ji Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan re" hatin berzkirin.

Meş li pêşiya navendê veguherî mîtîngê û li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan Avesta Xabûr daxuyanî da.

Di daxuyaniya ciwanan de ev hate gotin: "Bi saya fikirê rêber Ocalan û felsefeya wî em ê sîstema kapîtalîst û dewletên hegemonîkî têk bibin, her wiha em ê dawî li dagirkeriya Tirk bînin û rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha faşîzma Tirk derxin."

Di daxuyaniyê de ciwanan Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku 15`ê Sibata 1999`an pêk hatibû, şermezar kir û got: "Ev komplo li pêşberî çavên cîhanê tevdî û bi lihevkirina hemû dewletên faşîst û kapîtalîst, pêk hat."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin: "Komploya navneteweyî vîna gelê di felsefeya rêber Abdullah Ocalan de azadiya xwe dît, hedef girt. Têkoşîna rêber Ocalan hişt ku dewletên kapîtalîst yekser li dijî wî komplo pêk bînin, lê armancên wê negihan serî, ji ber ku gel tama azadiyê dît û di felsefeya wî de xelasiya xwe dît, ji lewma ew ê ji bo azadiya rêberê xwe têkoşîna xwe berdewam bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Em ê şopdarên fikir û felsefeyya rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan bin. Di dawiyê de em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku yekser rêberê mirovahiyê rêber Abdullah Ocalan serbest berdin, her wiha sînorekî ji dewleta Tirk re deynin ji ber ku tundirîn cezayan dibire."

GIRÊ SPÎ

Meclisa Kantona Girê Spî bi boneya 23`yemîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, senivîzyonek pêşkêş kir û tê de planên dewletên komploger destnîşan kir.

Dûvre cîgirê hevserokatiya kantonê Sebrî Nibo behsa qonaxên jiyana rêber Abdullah Ocalan kir.

Nibo diyar kir ku rêber Ocalan ji malê û gund dest pê kir, pê re gelek têgehên desthilata Tirk di nav civakê de dan rûniştandin, guhartin.

jî Nibo got, rêber Ocalan hemû têgehên mêtîngeran ji holê rakir û dabên resen ên li ser bingeha biratiya gelan, pirrengiya çandî xurttir kir.

Meclisa Kantona Girê Spî heman sinivîsyon li bajarokê Hîşe jî pêşand û tê payîn ku li kampa Koçberan a Girê Spî û bajarokê Cirin 12`ê mehê, li ser  mijarê civîn werin lidarxistin.

 (eh)

ANHA