Ciwanên şoreşger li Qamişloyê li dijî Komploya 15'ê Sibatê meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hatina salvegera 23`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û di bin dirûşma “Bimire Komploya 15`ê Sibatê”  de meşeke li dar xist.

Ciwanên şoreşger li Qamişloyê li dijî Komploya 15'ê Sibatê meşiyan
Ciwanên şoreşger li Qamişloyê li dijî Komploya 15'ê Sibatê meşiyan
Ciwanên şoreşger li Qamişloyê li dijî Komploya 15'ê Sibatê meşiyan
Ciwanên şoreşger li Qamişloyê li dijî Komploya 15'ê Sibatê meşiyan
Ciwanên şoreşger li Qamişloyê li dijî Komploya 15'ê Sibatê meşiyan
10 sibat, 2022   16:07
QAMIŞLO

Ciwanan di meşê de pankartên bi nivîsa “Tu Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” û “Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye” rakirin û bi sloganên “Erdogan terorîst”, “Bijî Berxwedana Îmralî” li kolanên taxa Cûdî ya li bajarê Qamişlo meşiyan.

Meş bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, veguherî mîtingê. Di mîtingê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Nîşan Herekol axivî û da zanîn ku ew weke ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrîda li ser rêber Ocalan bi tundî şermezar dikin û anî ziman ku ev çend sal in rêber APO di bin îşkence û tecrîdê de ye.

Nîşan Herekol her wiha got: "Îro em dibînin ku hemû pêkhate bi navê rêber Abdullah Ocalan bang dikin, tê zanîn ku ev komplo ne tenê li dijî rêber Ocalan e lê fikirê wî dike hedef."

Nîşan Herekol wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em sonda xwe ya li hember rêber Apo û gelê xwe nû dikin. Em banga azadiya fîzîkî ya rêberê neteweyî dikin.”

Mîtîngê bi slogan “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

(sb)

ANHA