Li Derayê kesek hate kuştin

Çekdarên nenas endamekî Komîteya Navendî ya li gundewarê rojavayê Derayê tevî du endamên ku "lihevkirin" pêk anîne li bajarokê Etman ê rojavayê Derayê kirin hedef, di encamê de endamek hate kuştin û du jî birîndar bûn.

Li Derayê kesek hate kuştin
10 sibat, 2022   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas endamekî Komîteya Navendî ya li gundewarê rojavayê Derayê, tevî du kesên ku berê "lihevkirin" pêk anîne, li bajarokê Etman a rojavayê Dera hedef girtin, di encamê de çekdarekî berê hate kuştin û herduyên din jî û birîndar bûn.           

Ji destpêka meha Çileyê ve li Derayê 44 operasyon bi rê û rêbazên cuda pêk hatine û di encamê de 31 kes hatine kuştin; jê sivîl, leşkerên hikumeta Şamê, kesên ku "lihevkirin" pêk anîne û yek jî çeteyekî DAIŞ'ê.

(dx)