Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina komployê daketin qadan

Li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan çalakiyên cihereng hatin lidarxistin.

10 sibat, 2022   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Edaleta Civakî ya Helebê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Parêzer Cemîl Hemed daxuyanî li pêşiya navenda Dîwana Edaleta Civakî ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi tevlêbûna bi dehan parêzer û endamên Dîwana Edaletê û Meclisa Lihevanînê, xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komploya navneteweyî hîna berdewam e. Lê rêber Abdullah Ocalan dîwarên bêdengî û tirsê şikandin, bi rêya perspektîfên xwe modernîteya kapîtalîstê rexne kir, nasname û çanda gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parast. Banga hevgirtin û biratiyê kir da ku aştî, ewlehî, edalet û demokrasî li herêmê pêk were.”

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker di dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan de hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî, desteyên navneteweyî hat kirin kir fişarê li dewleta Tirk bikin da ku pabendî lihevkirinên navneteweyî û mirovî be û biryarên dadgeha mafên mirovan a Ewropayê pêk bîne. Her wiha rêber Abdullah Ocalan serbest berde. 

HESEKÊ

Di heman çarçoveyê de li Hesekê Meclisa Malbatên Şehîdan sînevîzyonek têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan da pêşendan. Bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyê tev li çalakiyê.

Di sînevîzyonê de, kurtejiyana rêber Abdullah Ocalan, wêneyên wî, kurtejiyana wî di nav hevalên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, xîtabên wî, civînên wî bi malbatan û gerîlayan re hatin pêşendan.

Çalakî bi berzkirina sloganên şermezarkirina komployê û azadiya rêber Ocalan bi dawî bû.

DÊRIK

Li Dêrikê Kongra Star semînerek têkildarî komploya navneteweyî li navenda Dîcle ya Çand û Hunerê li dar xist. Bi dehan endamên kongra û şêniyên bajêr tev li semînerê bûn.

Di semînerê de endama rêveber a Kongra Star a Dêrikê Fatme Silêman axivî û desntîşan kir ku komplo bi destê dewletên herêmî û cîhanî di sêrî de Amerîka, dewleta Tirk û Îsraîlê pêk hat. Da ku gelê Kurd berbelav bikin, çand û mîrasa wî ya dîrokî tune bikin.

Fatme wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan hegemoya pergala kapîtalîst a cîhanê red kir û parastina projeya Rojhilata Navîn a demokratîk kir. Her wiha hewl da gelên bindest ji bin serweriya hêzên cîhanî derxe. Ji ber wê fikrê jiyana hevbeş û têgehên şoreşgerî derxist ku li ser wan hêzên komploger bûn gef.”

Di dawiya semînerê de sînevîzyonek têkildarî rêbazên dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan hat pêşendan.

KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Binxistina komploya 15`ê Sibatê serxistina hevjiyana azad e” meşek orgenîze kir.

Meş li pêşiya navenda navçeya Qenayê ber bi gundê Dekirman dest pê kir.

Meş li gundê Dekirman rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de, bi navê Yekitiya Jinên Ciwan daxuyanî hat dayîn.

Yekitiyê di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku di sedsala 21`an de hîna gelê Kurd ji mafên xwe bêpar e di serî de mafên çandî, hîna rastî çewisandinê û zordestiyê tê.

Yekitiyê desntîşan kir ku bidestxistina mafên Kurdan bi azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

Yekitiyê di dawiyê de soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan da.

(şx)

ANHA