​​​​​​​Aldar Xelîl: Armaca sereke pêkanîna pergaleke topyekun a adilane ye

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl got, pêkanîna edaleta civakî bi rêya pergaleke demokratîk û girêdana wê pergalê bi civakeke birêxistinkirî ya xwedî vîneke azad ve, pêkan e.

​​​​​​​Aldar Xelîl: Armaca sereke pêkanîna pergaleke topyekun a adilane ye
10 sibat, 2022   12:54
QAMIŞLO

Di 3`yemîn Konferansa Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê li hola Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li Qamişlo de, piştî xwendina perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî edaleta civakî, malbatên şehîdan ên edaleta civakî; Yusif Gulo, dayîka Eqîde û Şernaz hatin xelatkirin.

Dûre endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û lidarxistina konferansê li gelê herêmê û berpirsên warê dadî û edaletê pîroz kir.

`PERGALA DEWLETÊ BI XWE PERGALEKE DESTHILDAR E Û NE ADIL E`

Aldar Xelîl wiha domand: "Ji bo pêkanîna edaletê divê pergala heyî li ser edaletê ava bibe. piraniya pergalên li Rojhilata Navîn li ser bingehên ne adil ava bûne. Pergala dewletê pergaleke desthildar ya ne adil e."

Xelîl diyar kir ku ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta niha armanca sereke xwegihandina pergaleke topyekun ku nûnertiya edaletê dike ye. Ango ne wekî pergalên dewlet û saziyên desthilatdar ku desthilatdariyê li ser gelan dimeşînin be.

Her wiha Aldar Xelîl destnîşan kir ku ji bo pêkanîna edaleta civakî, divê civak xwedî vîna xwe ya xweser be. Beyî wê, pergaleke adil pêk nayê. Girîngiya Rêveberiya Xweser ji vir tê. Heta niha me beşeke mezin ji pêşniyarên xwe anîn cih, lê xebat hîna berdewam e da ku armanca sereke pêk were û rêveberiyek ji vê civakê û saziyên wê li ser rêgezên civakî ava bibe û civak xwedî vîn be.

`EDALET LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BI SAYA XWÎNA CIWANÊN WÊ PÊK HAT`

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Muheydîn Hesen îşaret bi sûcên ku hêzên herêmî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, kir û got: “Edalet li ku derê ye dema zarok û gelê me rastî êrişên hovane tên.”

Her wiha diyar kir ku gelê herêmê edalet û demokrasiya rastîn pêk tînin û bang kir ku divê ev kar di civakê de li gorî cewher û rastiya wê ya sereke, bê xurtkirin.

Hesen wiha pê de çû: “Xebatên me dê bibin bingeha serkeftina projeya me ya demokratîk, bi taybet pêkanîna edaleta ji civakê bi giştî û jinan bi taybet re. Em hêvî dikin ku meclisên edaletê, dê wekheviyê di nava civakê de pêk bînin.”

`AMADEKIRINA PARÊZERAN LI GORÎ NIRXÊN ŞOREŞGERÎ Û CIVAKÎ`

 

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Şahîn Lalî lidarxistina konferasnê li hemû gelên herêmê pîroz kir û wiha got: “Edalet misogeriya istiqrara Rêveberiya Xweser e, em ê vê dirûşmê ji xwe re bikin bingeh. Ji ber ku armanca rastîn e da ku em edaleta civakî li herêmê pêk bînin û mafên civakê di hemû waran de biparêzin.”

Lalî di dawiyê de wiha axivî: “Em ê hewl bidin ku parêzeriyê bigihînin rastî û cewhera wê. Li ser vê esasê em hewl didin parêzerekî/e li gorî nirxên şoreş û civakê ava bikin.”

Konferasn li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam dike. Dê rapora rêxistinî ya 3 salên dawî were xwendin û nîqaşkirin.

(şx)

ANHA