Rêveberiya Dibistanan a Amûdê êrişên li ser xwendekar û mamosteyan şermezar kir

Rêveberiya Dibistanan a navçeya Amûdê şehîdxistina xwendekarê ku bi bombebarana balafirên bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Amûdê bi tundî şermezar kir û got: "Hêzên garantor li ser komkujiyên li dijî welatiyan ji aliyê dewleta Tirk ve erê kiriye."

Rêveberiya Dibistanan a Amûdê êrişên li ser xwendekar û mamosteyan şermezar kir
10 sibat, 2022   12:03
QAMIŞLO

Rêveberiya Dibistanan a navçeya Amûdê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser hemwelatiyên li gundê Bihêra û Xerezê yên navçeya Amûdê ku di encamê de xwendekarê bi navê Mihemed Elî El-Kelah şehîd bû, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navenda Rêveberiya Dibistanan a navçeya Amûdê bi amadebûna xwendekar, mamoste, endamên Kongra Star û Meclisa Navçeya Amûdê ji aliyê Berdevka Rêveberiya Dibistanan Henaa Xalid ve hat xwendin.

Xwendekarên ku tevlî daxuyaniyê bûne pankartên bi nivîsa "Bêdengiya we me dikuje..#UNICEF #IUDRC", "Ji mafê min e, ez bi ewlehî bijîm, bixwînim û bilîzim" û "Na ji dewleta Tirk a DAIŞ`î re" rakiribûn.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"Di qonaxa 11 salan de, hermêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimûneyeke herî demokratîk e ku  di bin sîwana Rêveberiya Xweser û biratiya gelan de xwe bi rêxistin kiriye,  bi hebûna hemû rengan, ol, bawerî û  pêkhatiyên ji kurd, Ereb û Sûriyanan ku weke mûzeyîkeke pir rengî li dora hev kom bûye, pêkhatiye.

Sazî û dezgehên xwe avakirin, bi sedan sazî û dezgehên ku karên vê civakê didin meşandin hatine avakirin ji hêla siyasî, bborî, çandî, tenduristî, jingehî, hiqûqî, ewlehî, ragihand û perwerdehî û hwd ev hemû qad ji bo xizmeta gelê herêmê di nava liv û tevgereke bênavber de ye.

Ji destpêka şoreşê ve, ji bo avakirina nivşekî azad û parastina ziman, çand, Dîrok û kiltûra hemû pêkhateyên herêmê bi hezaran mamoste di nava liv û tevgerê de ne , bi sedhezaran xwendekar li van dibistanan perwerdê dinînin.

Hêzên Sûriya Demokratîk bi hemû hêza xwe û fedekariya xwe tekoşîneke pir mezin didin meşandin da ku parastina van nirx û destkeftiyan bikin. Ji bo pêkanîna aramiyê herêm ji hemû cureyên teror û çeteyên qirêj parastiye, mînaka wê ya berbiçav jî pêngava Gurzê Gelan ya li Hesekê bû.

Di demeke ku Rojhilata navîn û Sûriyê bi taybet di nava kirîzan de fetisiye, Nimûneya Rêveberiya Xweser bi pêş ketiye û di cîhanê de deng vedaye û bûye mînak,  lê li hember vê yekê aliyên xêrnexwaz bi her awayî dixwazin van destkeftiyan têk bibin.

Roj bi roj dewleta Tirk ya faşîst asta hovîtiya xwe derdixe holê, roj bi roj terora xwe tekez dike. Armanca Dewleta Tirk ji vê yekê têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina tevlîheviyan e.

Rojane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran û topbaran dike û welatiyan dike hedef. Gelek dibistan kirin hedef û zarok qetil kirin.

Şeva şev derbasbûyî bi balafiran gundê Buhêra yê girêdayî navçeya Amûdê bombebaran kir û di encamê de zarokê bi navê Mihemed Elî El-Kelah yê ku xwendekarê Dibistana buhêra bû, şehîd bû. Her wiha xwendekarê bi navê Mahir îsa El-Kelah birîndar bû û mamosteyê bi navê Umer El-Cuma birîndar bû.

Ev welatî, ne metirsiyek bûn ser dewleta Tirk, ev welatî ne metirsiyek bûn ser ewlehî û aramiya Tirkiyê, lê belê dewleta Tirk bi balafirên xwe sînor derbas kirin û welatiyên ku li ber deriyê xwe bûn, xwendekarên ku lênûsên wan di destê wan de bûn, kir hedef.

Em weke Rêveberiya Dibistanan a navçeya Amûdê bi hemû mamoste û xwendekarên xwe ji pêkhateyên Kurd û Ereb êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin, ev êrîş li dijî hemû pîvanên mirovî ne. Em weke gelên vê herêmê bi hemû pêkhatên xwe hêjayî jiyanek aram û bi ewle ne ku li ser xaka xwe bijîn û bi zimanê xwe perwerdê bibînin.

Em bang li hêzên garantor dikin ku qaşo li ser bingehê parastina sivîlan û xaka herêmê li vir in, çavên xwe li ser êrîşên Dewleta Tirk vekin, ev yek ji me re tekez dike ku aliyên êrîşkar bi erêniya hêzên garantor van komkujiyan pêk tînin, mal û milkê xelkê, cihên olî û navendên perwerdê dike hedef. Em bang li sazî û rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên mafê zarokan, UN û UNICEF dikin ku wijdanê xwe şiyar bikin û rê li ber van êrîş û hovîtiyan bigrin."

(sb)

ANHA