Rûsyayê li beyarên Sûriyê gelek çeteyên DAIŞ`ê kuştin

Di êrişên balafirên Rûsyayê yên li dijî beyarên Resafê û Aseriya yên Reqa û Hemayê de zêdetirî 31 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û birîndar bûn.

Rûsyayê li beyarên Sûriyê gelek çeteyên DAIŞ`ê kuştin
10 sibat, 2022   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê di çend saetên derbasbûyî de deverên DAIŞ`ê yên li beyarên Resafê û Aseriya yên Reqa û Hemayê bombebaran kirin, di encamê de 9 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

SOHR`ê îşaret pê kir ku dibe ku hejmara kuştiyên DAIŞ`ê zêde bibe, ji ber ku zêdetirî 22 çeteyên din jî birîndar bûne. Her wiha agahî hene ku gelek kuştiyên din ên çeteyan hene.

(şx)