Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de rêjeya sûcan zêde dibe

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de rêjeya sûcan zêde bûye. Di meha Çileyê de 50 bûyerên kuştinê yên ji ber tundî û îşkeceyê çêbûn.         

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de rêjeya sûcan zêde dibe
10 sibat, 2022   06:33
NAENDA NÛÇEYAN- CÛDÎ ÎSMAÎL

Di demekê de ku aloziya Sûriyê ev zêdetirî 10 sale berdewam dike, ji destpêka îsal ve li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de rêjeya sûc û qetilkirinê zêde bûye.

Li meha Çileyê de 50 sûcên qetilkirina sivîlan çêbûne. Ji wan 21 ji ber dozên rakirina tolê, tundiya malbatî û hwd çêbûne ku jê 6 zarok, 5 jin û 10 mêr bûne qurbanî.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji ber aloziya ewlehiyê ya li Derayê 15 kes hatin qetilkirin. Li Şam û Ceblayê jî ji ber guleyên bêserûber ên hêzên hikumeta Şamê mêrek û keçek hatin qetilkirin. Her wiha di girtîgehan de 12 sivîla ji ber îşkeceyê jiyana xwe ji dest dan.

Ev dane gelek pirsan girêdayî sedemên zêdebûna xeternak a sûcên li wan herêman çêdike, her wiha di çapemeniyê de jî ev sûc nayên eşkerekirin û sûcdar nayên muhasebekirin.

Wezîrê Karûbarên Civakî ya hikumeta Şamê Mihemed Seyfedîn, bi hewldana rêgirtina li ber zêdebûna rêjeya sûcan li wan herêman, got rêjeya sûcan li welat heman rêjeya ku berî sala 2011'an e û sûcên ku di van rojan de diqewimin sedemên wê bi belavbûna medya sanal ve girê da. Seyfedîn di daxuyaniyên rojnameya El-Watan ya hikumeta Şamê de got: "Tiştê ku hatiye guhertin ew e ku medyaya civakî bi rêya van sûcan welatî zêdetir hişyar bûn, ango eger li parêzgehekê sûcek çêbibe, di demeke kin de agahî bi van rêyan di demeke kurt de digihêje parêzgehên din."

TÊKÇÛNA REWŞA EWLEHIYÊ Û NEBÛNA BERPIRSIYARIYÊ   

Rojnamevanê sûrî Mistefa Ebdî diyar kir ku aloziya Sûriyê herî zêde bandorê li zêdebûna bûyerên kuştin û sûcan dike. Rojnamevan Mistefa Ebdî ji ANHA'yê re axivî û got: "Krîza Sûriyê ku ji sala 2011'an ve berdewam dike, gelek karesat di astên cuda de çêkir û bê guman bandoreke mezin li rewşa civakî, aborî û derûnî kiriye, her wiha bandor li ser asta malbatê û perçebûna wê û gelek bûyerên tundiyê kir ."

Tevî ku nêzî deh sal di ser krîza Sûriyê re derbas bûye, lê hikumeta Şamê tu tedbîrên cidî negirtiye ku karibe welatiyan ji bandorên krîzê rizgar bike, berovajî vê yekê, ev yek bû sedem ku krîz bêtir kûr bibe, çi di warê siyasî, çi civakî û çi aborî. Ji wê zêdetir ji biryarên ku hikumet dide welatiyan tengav dibin.

Ebdî diyar kir ku yek ji sedemên zêdebûna rêjeya sûcan li welêt têkçûna ewlehiyê û kêmbûna baweriyê bi dewlet û saziyên wê yên ewlehiyê, her wiha nebûna çavdêrî û berpirsiyariyê ye.

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de sûcên bi mebest dûbare dibin. Sedema vê yekê tevliheviya rewşa ewlehiyê û ji ber ku polîsan raporên ku ji wan re hatin kirin cidî negirtin, her wiha saziyên lêpirsînê hûrgiliyên piraniya sûcan di bin hincetên cuda de, vedişêrin.       

Ebdî destnîşan kir ku nebûna bernameyên hişyariyê di nav welatiyan de, sedema belavbûna tundî û sûcan e, bi taybet piştî salên dirêj ji şerê ku bûye sedema jihevketina malbatê û dûrbûna wê ji nirxên mirovî, bi vî awayî rasterast bandorê li civakê dike.     

' TEROR JI BO HIKUMETA ŞAMÊ HINCET E '

Hikumeta Şamê hewl dide ku herêmên di bin kontrola xwe de ewle bide xuyakirin, bi taybet, lê rastî berovajî vê yekê nîşan dide. Gelek çavdêr diyar dikin ku hikumeta Şamê hewayeke guncaw ji bo gendelî û sûcan ava dike, ev yek di ferzkirina bace li ser bendên kontrolê yên li ser rêyan û daxwaza bertîlan di saziyên hikumetê de   diyar dibe. Li hemberî van gendeliyan çavdêrî û hesabxwestin tune ye.

Ebdî diyar kir ku rejîma Şamê her tiştî rewa dike û wê bi terorê ve girê dide ku ji berpirsyariyên xwe dûr bikevin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û aborî yên welatiyan tiştekî nake.         

Ebdî têkildarî zêdebûna rêjeya sûcan ji ber encamên wê yên xirab li ser civakê, wekî jihevketina civakê û bêhêvîtiyê, hişyarî da.            

Rojnamevan  Mistefa Ebdî destnîşan kir ku çareserî ew e ku hikumet girîngiyê bide gel û pêdiviyên wan ên bingehîn bicih bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, derxistina yasayên zêdetir ku zarokan ji tundiyê biparêze û berpirsiyarî ji saziyê ewlehiyê bixwaze.         

(dx)

ANHA