​​​​​​​'Divê hikumeta Şamê rewşa xwe bi gel re çareser bike'

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşketin û Guhertin a Niştîmanî ya Demokratîk Îbrahîm El-Xelîl diyar kir ku lihevkirinên ku hikumeta Şamê çêdike sûcdarkirina tevahî gelê Sûriyê bi terorê ye û got, divê hikumeta Şamê rewşa xwe bi gel re çareser bike ne ku wê sûcdar bike.

​​​​​​​'Divê hikumeta Şamê rewşa xwe bi gel re çareser bike'
10 sibat, 2022   06:47
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Hikumeta Şamê rêbazeke nû ji bo sûcdarkirin gel bi kar tîne. Ji Dera heta Dêrazorê "Lihevkirinan" pêk tîne. Gelê Sûriyê nerazîbûnî nîşanî van ''Lihevkirinan'' da û gotin, ev "Lihevkirin" itîrafeke eşkere ji aliyê hikumeta Şamê ve ji bo sûdarkirina gelê Sûriyê ye.

Di vê derbarê de Sekretêrê Giştî yê Partiya Pêşketin û Guhertin a Niştîmanî ya Demokratîk Îbrahîm El-Xelîl wiha got: "Hikumeta Şamê rêbazekî nû bi navê lihevkirinên niştîmanî bikar tîne da ku cûdahiyê têxe navbera yek gelî û sîfeta teror li gelê Sûriyê ferz bike."

El-Xelîl destnîşan kir ku ''lihevkirin'' itîrafeke eşkere ji bo sûcdarkirina yekser ji aliyê kesekî ve ku girêdayî hikumeta Şamê ye.

El-Xelîl anî ziman ku ''lihevkirinên'' ku hikumeta Şamê ji Dera heta Reqa û Dêrazorê pêk bi tu awayan nayên qebûlkirin û ferzkirina sîfeta terorê li şêniyan  e.

El-Xelîl diyar kir ku ne mentiqe ku hemû welatiyên sûrî bi terorîst werin binavkirin, çêkirina ''lihevkirinan'' ji derveyî îradeya wan e û bi derbasbûna komên çete û radîkal ji herêmê re hatin kirin.

El-Xelîl da zanîn ku ev ''lihevkirin'' xwedî bandorên rasterast li gelê Sûriyê ye çi di aliyê nêz û çi dûr de be ku kes dibe xwedî bandor yan jî xwedî tecrube wek ku nav li wan tê kirin.

 ‘ÇARESERIYA YEKANE DIYALOGAN Û NASKIRINA RÊVBERIYA XWESER BIKIN‘

El-Xelîl destnîşan kir ku çareseriya yekane ji bo avakirina welatekî saxlem ew e ku diyalogan qebûl bikin û itîrafê bi Rêvberiya Xweser bikin ku nûnertiya tevahî pêkhateyên gel dike. Her wiha anî ziman ku ''çareserkirin û lihevkirinên'' ku hikumeta Şamê teşwîq dike, lîstoke da ku tevlîheviyê di nava pêkhateyên herêmê de derxîne û aloziya Sûriye kûrtir bike.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Pêşketin û Guhertin a Niştîmanî ya Demokratîk Îbrahîm El-Xelîl anî ziman ku divê hikumeta Şamê ya ku di nava 11 salan de gel kuştin û koçber kir, rewşa xwe bi gel re çareser bike ne ku "lihevkirinan" pêk bîne.

(dm(

ANHA