​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dagirkirî welatiyek din revand

Istixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Polîsa Leşkerî li taxa kevin a Efrînê welatiyek li pêşiya mala wî revand û bir cihekî ne diyar.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dagirkirî welatiyek din revand
10 sibat, 2022   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku istixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Polîsa Leşkerî duh welatiyê bi navê Mehmûd Reşîd Ebdo (34) revand.

Çavkaniyan eşkere kir ku çeteyan Mehmûd Reşîd Ebdo ji pêşiya mala wî ya li derdora mizgefta Şêx Şewah a li taxa kevin a Efrînê revand û bir cihekî nediyar.

Di hefteya derbasbûyî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 9 welatî revandin. Di nav wan de 2 jin hene. Dewleta Tirk ji van sûcan armanc dike şêniyên resen koçber bike û fîdyayan ji wan bibe.

(şx)

ANHA