​​​​​​​Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firat ji pirsgirêka birîna daran re tedbîran digire

Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê hewl dide dawî li pirsgirêkên birîna daran bîne û hejmara çandina daran zêde bike.

​​​​​​​Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firat ji pirsgirêka birîna daran re tedbîran digire
​​​​​​​Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firat ji pirsgirêka birîna daran re tedbîran digire
​​​​​​​Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firat ji pirsgirêka birîna daran re tedbîran digire
​​​​​​​Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firat ji pirsgirêka birîna daran re tedbîran digire
10 sibat, 2022   06:31
KOBANÊ

Daristanên kantona Kobanê bi ziwabûneke mezin re rû bi rû ne, nexasim ên ku nû hatine çandin, ji ber ku zêde nehatine avdan, li aliyekî din jî hin kesên din bêserûber daran qut dikin.

Di salên dawîn de, Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê gelek dar çandin, lê ji ber xemsariyê piraniya wan hişk bûn. Li ser vê yekê gerînendeyê destnîşan kir ku îsal bi girtina tedbîrên re dê rewş cuda be.

Gerînendeyê dest bi girtina tedbîran kir, ji ber ku piraniya van daristanan av tune ye. Gerînendeyê di daristanên ku çandine de bîr kolan û ji bo ku wan ji birîn û şewatê biparêze, nobedar erkdar kirin.

Têkildarî daristanan Gerînendeya Jîngehê dê li gundê Şêx Çoban ê başûrê Kobanê 3000 dar biçînin. Gerînende dê hejmara daran li daristana navçeya Şêran zêde bike û li gundê Mînas jî dê 2 hezar dar biçîne.

Hevseroka Gerînendeya Jîngehê ya herêma Firatê Emîne Weyso diyar kir ku ew îsal dê li şitilgehan cureyên daran zêde bikin. Emîne Weyso anî ziman ku dê projeyek nû pêk bînin, ew jî avakirina şitilgehan li navçeya Qenayê ye û wiha got: "Em pêşbîn dikin ku wê bi ser bikeve, ji ber ku herêm bi av û axa xwe ya guncaw tê naskirin, di heman demê de em ê gel teşwîqî çandina daran bikin."

Emîne Weyso destnîşan kir ku ji ber ku par budceya diyarkirî kêm bû, wan gelek zehmetî kişandine, ji ber wê karê wan tenê bi meşandina xebatên rutîn re maye, nekarîne projeyên mezin bi pêş bixin.

Hevseroka Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê Emîne Weyso diyar kir ku gerînende wê li derdora çopgeha li gundê Til Hacib ê rojhilatê Kobanê daran biçîne, da ku ji bo paqijkirina hewayê bibe alîkar, heta ku projeya girêdayî veguhestina çopa li wir bi dawî dike.

(dm)

ANHA