Komîteya Şopandinê encamên Kongreya Herêmên Cizîr û Firatê eşkere kir

Îro Komîteya Şopandinê ya "Kongreya Niştimanî ya Şêniyên Cizîrê û Firatê" li bajarê Hesekê kombûn, da ku encaman û kar û xebata komîteyê ya salekê nîqaş bikin û binirxînin.

Komîteya Şopandinê encamên Kongreya Herêmên Cizîr û Firatê eşkere kir
9 sibat, 2022   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Komîteyê yên herêman û Rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Omer, hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulhamid El-Mihbaş tev li civînê bûn.

Destpêka civînê beşdaran îşaret bi geşedanên li herêmê kir, ji wan êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa. Li ser vê yekê hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer belgeyek derbarê rêbazên çareseriyê û asyonên peydakirina lihevkirina li ser krîza Sûriyê de, pêşkêş kir. Emîne Omer ji beşdaran nêrîn û helwesta MSD`ê li ser vê yekê anî ziman û got: "Ruxmî hemû zehmetiyan, lê meclisê guhartinên berçav pêk anîn, bi sûriyan re civiya û nîqaşa çareseriya aloziya Sûriyê bi destên kesên welatparêz û niştimanparêz kir."

Di civînê de endamên Kongreya Şêniyên Cizîrê û Firatê hate destnîşankirin û beşdaran kar û xebata komîteyê nirxand.

Komîteya Şopandinê ji encamên Kongreya Niştimanî ya Herêmên Cizîrê û Firatê ye ku Mijdara 2020`an hate avakirin. Kongre piştî 13 fourmên li herêmên Rêveberiya Xweser hate lidarxistin, di heman demê de di encamnameya xwe de 17 bendên stratejîk diyar kirin da ku Rêveberiya Xweser pêşbixin û hîn zêdetir civak tev li kar û xebatê bibin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş destnîşan kir ku komîte di nava demekê de ku bibû weke kumpasê ku rêya rêveberiyê û saziyên wê rast dikir û cihê şaştiyan diyar dikir, bi cesaret dixebitî da ku encamên kongreyê û bendên wê pêk bîne.

Di vê demê de rêveberiyê li ser jinûve serastkirin û derxistina gelek qanûnan kir. Deste bi pêngavên rewşên gendeliyê kir. Komîteyê bi rêya raporên xwe yên rêveberî, aborî û ewlehî destek da ku nivîsgehên taybet, qanûn û sazkirina rêveberiyê were sererastkirin û xurtkirin.

Endamên komîteyê îşaret bi pêkanîna Rêveberiyê Xweser û bersivdayîna wê ji pêkanîna girîngtirîn encamên kongre, kir. Rêveberiyê gelek gavên pêşketî di jinûve sazkirina peymana civakî de avêt ku dê diyar bike hilbijartinên girîng di Rêveberiya Xweser de di sala heyî de were lidarxistin û gelek bendên girêdayî başbûna rewşa jiyanî û sazkirina saziyên ewlehiyê.

Di dawiya civînê de Hevseroka MSD`ê Emîne Omer spasiya endamên komîteyê li ser xebatê ku ji bo serkeftina wê pêk anîn, kir. Her wiha dema qanûnî ku ji aliyê kongreyê pêkhaeyên Cizîrê û Firat ve hatibû dayîn bidawî bû û ew jî salek ji lidarxistina kongre bû.

Çavkanî: Nivîsgeha Çapemenî ya MSD`ê

(eh – bx)